Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe 2024-02-09 11:03:01   NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Meşvanên ji Qers û Wanê bi rê ketin, her ku nêzî Amarayê dibin coşa wan zêde dibe.    Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji du baskan hate destpêkirin ê Wanê duh derbasî navçeya Hezex a Şirnexê bû. Meşvanên Azadiyê li vir bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin. Tevî ku polîsan hewl da pêşiyê li meşvanan bigire ku bi gel re bên bahev jî, gel astengkirin pûç kirin. Dayikên Aştiyê yên di destên wan de laçikên spî ku “aştiyê” temsîl dikin hebûn, di meşa li navenda navçeyê hate kirin de li herî pêş bûn.    KELECANA ZAROKAN BANDOR LI MEŞVANAN KIR    Meşvanên Azadiyê piştî Hezexê derbasî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Hewldana polîsan ku pêşiyê li meşvanan bigire bi gel bên bahev li vir jî encam negirt. Di ketina navçeyê de li herî pêş zarokan Meşvanên Azadiyê pêşwazîkirin. Zarokên ku şande dîtin dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û ber bi meşvanan ve beziyan. Kelecan û coşa zarokan bandor li meşvanan jî kir. Di nav girseya qelebalix ku li navçeyê Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin de Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê yên DEM Partiyê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî hebûn.    Gel ji pace û şaneşînên malên xwe meşvanên azadiyê yên li navenda navçeyê dest bi meşê kirin, silav kirin.    HER KU NÊZÎ WELATÊ ROJÊ DIBIN COŞ ZÊDE DIBE   Di meşa ku bi lêxistina erbaneyan, sirûd û stranên bi kurdî re heta Parka Aştiyê bi awayekî bicoş hate lidarxistin de Dayikên Aştiyê gelek caran lîlandin. Yek ji dayikên ku bi gihiştina parkê ji ber westiya rûnişt bi gotinên “Ya rebî, tu keda me vala dernexîne, bibe wesîleya ku deriyên girtîgehên ku Serokatiya me û girtiyên me lê tên ragirtin demildest werin vekirin” dua kirin. Tevî dayik westiyayî jî bû, heta Meşvanên Azadiyê daxuyanî nedan û ji parkê neçûn, ew jî ji parkê neçû.    Meşvanên azadiyê yên ku li bajarên serma lê zêde ye dest bi rêwitiya xwe kirin û ber bi bajarên germtir ve meşa xwe didomînin, ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê navçeya Xelfetî yê Rihayê hatiye dinê ev yek bi gotinên “Her ku nêzî welatê rojê dibin, coş jî biryardarî jî zêde dibe” penase kirin.    JI MÊRSÎNÊ HETA DERSIMÊ ‘GOVENDA AZADIYÊ’    Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî duh gihişt Dêrsima ku yek ji bajarê ji bo tevgera azadiyê girîng e.    Meşvan heta niha bi dorê li bajaroka Bazarcix, Dîgor, Qulp, Îdir, Bazîd, Giyadîn, Avkevir, Agirî, Panos, Milazgîr, Kop, Qereçoban, Xinûs, Gimgim, Kanîreş û Depê bi gel re hatin bahev. Meşvanên azadiyê ji roja derketin heta niha tevî hewldanên astengkirinan li bajêr, navçe û gundan bi hezkirineke mezin re rûbirû man.    JI MÊRSÎNÊ HATIN DÊRSIMÊ     Li Dêrsimê jî heman dîmen derketin holê. Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsînê hatin Dêrsimê di nava meşê de cihê xwe girtin. Girseya ku bi stran, çepik û dirûşmeyên hatin berzkirin heta Qada Seyît Riza Meşiyan li vir “Govena Azadiyê” gerandin.    ‘HETA KU SEROKÊ ME AZAD NEBE EM NIKARIN AZAD BIBIN’    Yek ji Dayikên Aştiyê Zeynep Elegaş a me mîkrofon dirêjî wê kir, bi gotinên xwe yên “Em ji Mêrsînê ji bo piştgiriya meşê bikin hatin. Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me bi dawî bibe. Em dixwazin di heman demê de Serokê me azad bibe. Heta ku Serokê me azad nebe em nikarin azad bibin. Azadiya me bi azadiya Serokê me re girêdayî ye” armanc û coşa meşê kurteber kir.    Yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren (55) jî anî ziman ku Meşa Azadiyê ji bo hemû gelan tê kirin û bi lêv kir ku ji ber vê yekê divê herkes cihê xwe yê di meşê de bigire. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî ji bo herkesê derbasdar e. Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me rabe. Em ji bo hemû gelan aştî û aramiyê dixwazim. Aştî îro pêdiviya herkesê ye. Li girtîgehan çalakiya grevê heye. Ji bo ku grev bi dawî bibin divê daxwaz demildest bên pêşwazîkirin.    DI BÎRANÎNAN DE NIVÎSA ABDULLAH OCALAN HATE XWENDIN   Tevlibûna dayikan a meşê moral da meşvanan û bîranînên li bajêr bawerî zêde kir. Di bîranînên ji bo yek ji pêşenga tevgera jina kurd a li Parîsê hate qetilkirin Sakîne Cansiz û hevala wê ya têkoşînê ku jiyana wê weke Cansizê bi şer derbas bû de meşvanan soza mezinkirina têkoşînê dan. Nivîsa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser Komkujiya Parîsê nivîsandibû di bîranînan de hate xwendin. Rêberê PKK’ê yê di vê nivîsê de xweserbûna Dêrsimê destnîşan dike, ji Dêrsimiyan re wiha dibêje: “Divê dêrsimî dîroka xwe baş bizanin. Çandeke berxwedanê heye ku ji dîroka pênc hezar salî û vir ve, ji Hurriyan û vir ve didome. Îfadeya Dêrsimê ya heta sala 1938’an rastiya kurdan a qedîm e. Di sala 1938’an de li Dêrsimê qirkirinek hate kirin. Pêkanînên bişaftin û qirkirinê yên li dijî hebûna kurdan hatin meşandin, di 15’ê Sibata 1925’an bi awayekî fermî hatin destpêkirin. Li Dêrsimê dan, li Agiriyê dan, pişt re hin efûyên bi şert derxistin. Kesên hatin darvekirin, hatin darvekirin, yên teslîmbûn, teslîmbûn û beton rijandin ser pirsgirêka kurd. Ez bawer im ku berxwedana me berdewam neke, dê careke din pirsgirêka kurd bê betonkirin da ku careke din vejîn nebe.”   GULISTAN DOKÛ NEHATE JI BÎR KIRIN    Jinên di Meşa Azadiyê de cih girtin jî li ser Pira Dînarê ji bo xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya zêdetirî 4 salan winda ye û herî dawî li ser vê pirê hatibû dîtin daxuyanî dan. Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” ku belavî hemû cîhanê bû careke din ji vir bilind kirin û soz dan ku ji faîlên Dokûyê hesabê bipirsin.    Meşvanan serdana Gola Çeto, Dayika Fatma û Zinarên 38’an kirin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan loqme belav kirin û çira vêxistin.