Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye 2024-02-09 09:55:30   STENBOL - Ji rêveberên Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Cegerxwîn Polat diyar kir ku li girtiyan sepana “e-doktor” tê ferzkirin û wiha got: “Ev yek dê tecrîda li ser girtiyan girantir bike. Ev sepan, binpêkirina mafê tenduristiyê ye.”    Di bin navê Projeya Entegrasyona Teknolojiyê ya bi Girtîgehan re (ACEP) de li qawîşên girtîgehan kabîn hatin bicihkirin û sepana “e-doktor” tê ferzkirin. Sepana behsa xeberê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ferzkirin û girtî dibêjin ku ev sepan êrişeke li dijî mafê wan ê tedawiyê ye û dê qebûl nekin. Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Cegerxwîn Polat têkildarî encamên sepanê ya li ser tenduristiyê û girtiyan axivî. Polat, got ku sepan helwestekî binpêkirina mafên mirovan e û dê tecrîda heyî girantir bike. Dr. Polat, ev tişt anî ziman: “Divê sepanên wiha tavilê bên bidawîkirin û neyên pêşxistin.”    ‘LI DIJÎ MAFÊN MIROV Û NEXWEŞAN E’   Polat, anî ziman ku nepeniya têkiliya nexweş-bijîşk girîng e û wiha domand: “Ev mafê girtiyan bi Protokola Stenbolê hatine mîsogerkirin. Girtiyeke ku bi fîzîkî birin nexweşxaneyê divê li odeyeke parastî bi bijîşkan re bi tenê muayene bibe. Li Tirkiyeyê ev maf jî tê binpêkirin. Bi vê sepanê girtî bijîşk nabîne, bi awayekî ferazî û rewşeke tê qeydkirî tê kirin. Mirov nikare ji vê re bibêje muayane. Ev helwest yekser li dijî mafên mirovan e. Binpêkirina mafên nexweşan e. Ji hêla tibbî ve nexweş nikare derdê xwe vebêje, bijîşk nikare girtî nexweşî/ê tedawî bike û hêmayên fîzîkî tespît bike. Ev derfet ji holê hatine rakirin.”    ‘MEHREMIYETA NEXWEŞAN TÊ BINPÊKIRIN’   Polat, bi lêv kir ku dema nexweş bi bijîşk re bi tenê dimîne derdê xwe rehettir vedibêje û aliyekî vê rewşê yê wisa heye ku bijîşk pirsgirêka heyî fêm bike. Polat, wiha dirêjî da aHastanın hekimle yalnız kaldığında kendini daha rahat ifade edeceğini ve mahremiyetin hekim açısından axaftina xwe: “Bi vê sepanê re mahremiyeta nexweş tê binpêkirin. Her wiha mafên şexsî tên binpêkirin. Armanc dikin ku vê rewşê pir pêş bixin û veguherînin tiştekî cuda. Anku di nava hev de gelek binpêkirin hene.”    PÊŞÎ LI BER VEGOTINA MUAMELEYA XERAB DIGIRIN   Di berdewamê de Polat destnîşan kir ku li derve jî hinek pêvajoyên ku nexweş bi rêya axaftina bidîmen tên muayenekirin hene û wiha pê de çû: “Têkildarî vê biryarên lijneya etîkê hene. Em dibêjin ku bi vê yekê re ewlehiya agahiyên taybet ên şexsan tê binpêkirin û binpêkirina mafên nexweşan e. Heke pirsgirêkên psîkolojîk, derdên wan an jî rastî miameleya xerab û îşkenceyê hatibin û bixwazin vebêjin, ji ber vê sepanê dê nekarin bibêjin. Anku em dikarin bibêjin bi temamî sepaneke binpêkirinên mafan bi xwe re tîne ye. Sepan di beşên dahîliye û psîkiyatriyê de ketine meriyetê. Lê ji hêla mafên şexsî yên girtiyan û mafên mirovan ve nayê qebûlkirin. Girtiyê ku hevdîtina wî/wê tê qeydkirin dê xwe bisînor bike, venebêje û pirsgsirêka wî/wê neyê çareserkirin. Dê bijîşk jî nekarin têkildarî rewşa girtî û girtîgehê pirsan bikin. Heta ku hûn nexweşekî muayene nekin, temasî wî/wê nekin û lebatên wî guhdarî nekin hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin.”    ‘SEPAN DÊ TECRÎDÊ KÛRTIR BIKE’   Herî dawî jî Polat ev tişt anî ziman: “Bi vê sepanê re dê tecrîd kûrtir bibe. Hewl didin bi vê sepanê têkiliya girtî ya bi derve qut bikin. Dema girtiyekî/ê ji bo tetkîkê dibin nexweşxaneyê divê parêzer an jî malbat pê re be, ji rewşê bên agahdarkirin. Ev mafê hiqûqî ye. Lê hûn bi vê sepanê nahêlin girtî bi tu kesekî re têkiliyê deyne, pirsgirêkên xwe bi awayekî objektîf vebêje û di hucreyê de difetisînin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Hinek girtî bi mehan di dorê de dimînin. Girtiyên nexweş ên divê di girtîgehê de nemînin hene. Divê ev bên kontrolkirin û tedawiyeke baş bibînin. Divê dewlet li dijî girtiyan berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Em ê çavdêrî û tespîtên xwe bikin û raporê amade bikin. Hewceye dewlet li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û şert û mercên girtiyên nexweş baş bike û pêdiviya wan a tedawiyê bicih bîne. Em dixwazin tavilê derfetên tedawîkirinê yên girtiyên nexweş bên afirandin û sepanên tecrîdê kûr dikin bi dawî bikin.”