Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin 2024-02-09 09:03:33 ÊLIH - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê girtiyên di greva birçîbûnê de rastî zextan tên û pêdiviyên wan ên bingehîn jî nayên dabînkirin. Kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin, dewam dike. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, 75 roj in di greva birçîbûnê de ne.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê, girtiyên di greva birçîbûnê de rastî zext û binpêkirina mafan tên.   Dayika Seyfettîn Kurt ê li vê girtîgehê Lalihan Kurt diyar kir ku rêveberiya girtîgehê di çalakiyan de pêdiviyên pêwîst ên girtiyan dabîn nake. Kurtê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê ku bi hezaran girtî ji bo rakirina wê di greva birçîbûnê de ne û got: “Pêwîst e parêzer û malbata wî bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ger malbata wî û parêzer wî bibînin ma wê çi bibe? Ji Xwedê bitirsin, ev çi zilm e? Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe."   Kurtê diyar kir ku şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha got: “Dema girtî dipirsin, hincetek nayê gotin. Her wiha kurê min jî diyar kir ku zextên li girtîgehan dewam dikin. Kurê min diyar kir ku ew ê li hemberî zextan serî netewînin û li ber xwe bidin, banga hişyariya gel kir."   ‘SILAV LI BERXWEDÊRAN'   Dayik Kurtê da zanîn ku berxwedana li girtîgehan mezin dibe û got: "Em aştiyê dixwazin, ew dibêjin 'na'. Em wekheviyê dixwazin, ew dibêjin 'na'. Em dibêjin bila mirin raweste, ew dibêjin 'na'. Divê tenê em doza aştiyê nekin, divê dayikên leşkeran jî bikin. Zarokên xwe dişînin derveyî welêt. Çima zarokên xwe naşînin şer? Divê dayikên leşker vê bipirsin. Ev şer zêdetirî 40 sal in didome. Gelek kes mirin, lê dîsa jî dayikên leşkeran dibêjin 'bila welat sax be.' Divê êdî dayikên leşkeran jî banga aştiyê bikin. Em hemû dayik in û dilê me dişewite. Zarokên me rûmeta me ne. Berxwedana wan jî. Hezar silav li kurê min û hevalên wî yên ku di girtîgehê de paşve gav neavêtine û li ber xwe didin. Pêwîst e kurd vê berxwedanê bibînin û pêngaveke li gor wê bavêjin."