Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’ 2024-02-08 22:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser medyaya sanal di parvekirinên bi etîketa “TECRİTHERYERDE” de wiha hat gotin: "Tecrîd, veguheriye rejîmek e ku li hemû kêliyên jiyanê tê ferzkirin. Heya pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî nebe, dê siberoja me di xetereyê de be."    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hastaga “TECRİTHERYERDE” da destpêkirin.    Gelek partiyên siyas, parlementer, parêzvanên mafên mirovan bi etketa navborî parvekirin kirin. Ji parvekirinên hatin kirin hin jê bi vî rengî ne:    “ DBP: Tecrîda Îmraliyê ku tevahiya welêt û civakê veguherandiye girtîgehê, meseleya kurd car din afirandiye.   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Tecrîd, veguheriye rejîmek e ku li hemû kêliyên jiyanê tê ferzkirin. Em ê ji bo siberoja xwe, azadiya xwe bi hev re têbikoşin û em ê bi ser bikevin.    Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir: Pergala tecrîdê ku kaniya wê girtîgeha grava Îmraliyê ye îro ro sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye. Heya pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî nebe, dê siberoja me di xetereyê de be.   DEM Partî: Tecrîd tenê ne hiqûqî, sûcekî cîvajî ye. Tecrîda mutleq a bi mehena e li ser birêz Abdullah Ocalan tê sepandin, li tevahiya welêt belav bûye û hiqûq, civak û siyasetê dîl girtiye. Dawî li tecrîdê bînin!   Eren Keskîn: Tecrîd-îzolasyon tenê ne li girtîgehan e. Azadiya fikr û ramanê, azadiya rêxistinbûyînê di bin tecrîdê de ye. Ên îtiraz dikin an girtî ne an jî der barê wan de biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Em hemû rehîn in. "