Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên 2024-02-08 16:18:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di Nobeta Edaletê ya Wanê de axivî û wiha got: “Dê demokrasî, aştî û azadî bi saya têkoşîna dayikên me bê vî welatî.”    Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin didomin.   WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn buldan û namzetên hevşaredariyê yên bajar hatin serdana çalakiyê.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA DAYIKAN BI XWE RE AŞTIYÊ BÎNE’    Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û got ku çalakiya dayikan gelek girîng û watedar e. Buldan, wiha domand: “Ez vê têkoşîna binirx a dayikan silav dikim. Serdana nobetê ji bo me gelek biwate û biqîmet e. Heke demokrasî, aştî û azadî bê vî welatî, dê ev bi saya têkoşîna dayikên me be.”    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî got ku dayik bi sala ye ji bo edaletê bang dikin û ev tişt anî ziman: “Lê hinek derdor naxwazin vî dengî bibihîsin. Di vê navberê de hevalên di girtîgehan de silav dikim. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û ji bo bidawîkirina zextan gav bên avêtin. Hêvîdarim ev Nobeta Edaletê bibe wesîleya xwişk-biratî, aştî û azadiyê.”    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye li xwe kirin.    Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî di tevahiya rojê de hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nîşandan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.    Di dema çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin.    ÊLIH    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di nava rojê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Di dema çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Sabahat Acar got ku divê berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan bandorê li derve jî bike. Acar, anî ziman ku her kesê ji xwe re dibêje mirov dibê li dijî zilmê li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Heke em berxwedana heyî mezin bikin, dê îktîdara AKP’ê neçar bimîne ku ji van polîtîkayên xwe paşvegavê biavêje.”    Ji çalakvanan Mevlude Onar jî got ku ji bo aştiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.    ÎZMÎR    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 20’an de berdewam kir. Çalakî li Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyê tê domandin û rêveberên DEM Partiyê yên Manîsayê, xizmên girtiyan û welatî hatin serdana nobetê. Hanîfe Gumuş ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tu kes nemire û bila ev şer bisekine. Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin.”    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 67’an de berdewam kir. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê îro çalakî dewr girtin. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 58’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.    Rêveberên DEM Partiyê yên Arnavutkoy, Ataşehîr, û Umraniyeyê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û gelek welatî hatin serdana nobetê. Ji ziyaretvanan Nesîme Karakaş got ku ji bo sekinîna şer divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ev tişt anî ziman: “Em ji bo zarok û Rêbertiya xwe li vir in. Ev 35 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev yek di nava me û gelê kurd de rê li ber fikaran vedike.”    ‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’   Ji ziyaretvanan Menekşe Gokçe jî di nobetê de wiha got: “Ez Dayikên Aştiyê birêzdarî silav dikim. Grevên birçîbûnê yên li zindanan berdewam in. Dayikên me jî ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniyê çalakiyeke wiha dan destpêkirin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.” Têkildarî mijarê ziyatetvan Yavuz Kahraman jî got ku divê ji bo agirbesteke mayînde tavilê aştî pêk bê.