Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn 2024-02-08 14:11:40   EDENE - Plaforma Elewiyan a Edeneyê qurbaniyên erdhejê li Edeneyê bi bîr anî.   Platforma Elewiyan a Edeneyê li Parka Heykelliyê daxuyanî da û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Ji Platforma Elewiyan a Edeneyê Cafer Boyraz destnîşan kir ku desthilatê heqaret li mexdûrên erdhejê kir û gef li wan xwar.    Boyraz, axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdariya ku bi rojan alîkarî neda herêmê, yekemîn berpirsyarê mirinan e. Dema ku alîkarî hatin jî wek eşkere cihêkarî li herêmên elewî û kurd lê dijîn hate kirin. Alîkarî nebirin û dest danîn ser alîkariyên gel şandibûn.    TÊKOŞÎNA MAFDAR A GELAN   Li gorî me yên bûne sedema Mereş, Çorûm û Sêwasê kî bin, yên ku qusûra wan di erdhejê de heye û bûne sedema windakirina bi hezaran kesan jî ew in. Têkoşîna elewiyan ne tenê elewîtî ye. Têkoşîna elewiyan têkoşîna her kesên rastî her cure neheqî û bêhiqûqiyê tên, yên ku di bin kanên madenan de dimînin, yên ku di mulaqatan de rastî neheqiyê tên, bi kurtasî têkoşîna hemû gelan a mafdar e. Em ê gotina ‘Yên li dijî neqehiyê bêdeng dibin, şeytanên bêziman in’ bidomînin. Em kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi bîr tînin.”