Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe 2024-02-08 12:33:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin li bajarên Mazlum Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş, Mehmet Tunç û Asya Yuksel bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinan de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û peyamên berxwedanê derketin pêş.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk, di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” hate dayîn. Meş, di roja 8’an de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Wanê bi rê kietin duh li navçeya Cizîrê bûn. Xelkê Cizîrê mîna her carê Meşvanên Azadiyê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî kirin. Pêşengtiya pêşwazîkirina meşvanan jî Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan kir. Di tevahiya rojê de dayikan de gelek caran bi strana “Berxwedan xweş doz e” peyama berxwedanê dan.    JIN: QASIDÊ AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE   Yek ji xalên hevpar ên jinên meşvan pêşwazî kirin jî çîrokên wan bû. Hem keyfxweşî û êş hem jî têkoşîna tevekan jî heman bû. Ji wan jinan gelekan jê di qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 2015-2016’an de û di salên 90’î de bi guleyên leşker û polîsan xizmên xwe winda kirine. Nafiye Kurt ku kurê wê Umît Kurt di 6’ê çileya 2015’an de li Cizîrê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin, Ayşe Kazanhan ku kurê wê Nîhat Kazanhan di 14’ê çileya 2015’an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin jî di nava meşê de cih girtin. Di axaftinên xwe de jinan xwestin pirsgirêka kurd were çareserkirin û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Bi gotina “Qasidê aştiyê li Îmraliyê” re jî ji bo aştiyê weke navnîşan Abdullah Ocalan nîşan dan.    XIZMÊN XWE YÊN DI DEMA QEDEXEYAN DE WINDA KIRIN BI BÎR ANÎN    Meşa li Cizîrê, rastî salvegera kesên di dema qedexeyên derketina derve de li Cizîrê hatine qetilkirin. Lewma her kesî wate û girîngiyeke cuda da meşê. Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel û gelek kesên din di tevahiya pêşwazîkirinê de di bîra her kesî de bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn hem di bîranînê de hem jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di dema bîranînê de sînevîzyonek hate pêşandan û kesên tev li bîranînê bûn gelek hestiyar bûn.    Guler Tunç ku hevjînê wê Orhan Tunç di jêrzemînan de hatibû qetilkirin, dema di pêşandana sînevîzyonê de bombe diteqiyan, ji bo heman êşê dîsa nejî guhê xwe digirt. Lê bi qasî êş û eleman, hêrseke mezin jî hebû. Yên ku hêsirên çavan dibarandin, gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi çiraya vêxistin re pêşeroja wan ronî dikin.    Dayika Mehmet Tunç û Orhan Tunç, Esmer Tunç jî tevî nexweşiyên xwe jî bi gopalê xwe meşiya, meşvan pêşwazî kir û tev li bîranînê bû. Dayik Tunç, di dema pêşandana sînevîzyonê de hêsirên çavan barandin. Tunç, hestên xwe yên têkildarî meşê wiha vegot: “Em dixwazin rêberê me azad bibe. Em aştiyê dixwazin. Bila her kes rabe ser pêyan. Jixwe êşên me kêm nabin lê qet nebe bila zêdetir nebin. Bila dayikên leşker û polîsan jî bibêjin ‘êdî bes e.’ Bila dengê xwe bilind bikin.”    Yek ji kêliyên herî hestiyar ên bîranînê jî ew kêliya ku dema dengê Mehmet Tunç li eywanê olan dayî bû. Tunç, digot: “Ji vê saetê û şûnde Cizîra Botan ji bilî Kurdistana azad û statûya gelê kurd tu tiştekî qebûl nake.”    LI KOLANÊN CIZÎRÊ RUHÊ BERXWEDANÊ   Piştî bîranînê, meşvan çûn serdana esnafan. Meşvanên ku pêşmalkên “Meşa Azadiyê” li xwe kiribûn, rastî eleqeyeke mezin hatin. Li her deverê polîs hebûn lê dîsa jî eleqeya ji bo meşvanan qet kêm nebû. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî polîsan dan ku hewl didin bikevin navbera wan û meşvanan. Welatiyekî bi gotina; “Li vê derê gelek partî çalakiyan li dar dixin lê hûn tiştekî wiha nakin. Çima dema mijar dibe DEM Partî hûn vê dorpêçê dikin?” bertek nîşan da. Dayikeke ku bertek nîşanî astengkirinê da wiha got: “Hûn nikarin me asteng bikin.” Dema astengkirin didomiyan, welatî derbasî ser cadeya hember bûn û meşa xwe domandin.    Yek ji dîmenên herî rengîn ên meşê jî zaroka keç a 7 salî bû ku cil û bergên kurdî li xwe kiribû. Zarokê, nameya nivîsandî û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir û jê xwest bişînin Îmraliyê.    BASKÊ MEŞÊ YÊ QERSÊ HÊDÎ HÊDÎ GERM DIBE!   Yên ku di baskê meşê yê Qersê de cih digirin, bi roja ye li bajarên Serhedê ne. Bêyî ku guh bidin hewayê sar û barîna berf û barînê, meşa xwe didomîn. Duh gihiştin navçeya Depê ya Xarpêtê. Meşvanan, ji ber germahiya hewayî, cilên xwe yên zivistanê derxistin û wisa bi rê ketin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş û Mazlum Dogan hatin bibîranîn.    WARÊ MAZLUM DOGAN   Li Çewligê goristana komî ya ku Hayrî Durmuş û 38 PKK’î tê de hate ziyaretkirin. Di bîranînê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û beşdaran hêsir barandin. Welatiyekî li ser gora Durmuş got: “Malbata Hayrî Durmuş li min geriya û gotin ku ji wan re serkeftinê dixwazin. Malbata Durmuş ji bo we serkeftinê dixwaze.”    Piştre jî meşvan derbasî navçeya Depê bûn. Li welatê Mazlum Dogan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hembajariyên Dogan, bi keyfxweşiyeke mezin meşvan hembêz kirin. Bi sedan kes tev li meşê bûn û stranên “Mazlum Dogan nemiriye” û “Mazlum Dogan, Mazlum Dogan, Kurdistanê Kurdistan” striyan.    Di dema meşê de jinekê destên xwe rakir hewayî û got: “Em ji bo zarokên xwe yên di girtîgehê de lil vir in. Em naxwazin tu kes bimre. Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.” Piştî vê qêrîna dayikê, girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    DEMA QALA OCALAN DIKIR GIRIYA   Yek ji rawestgehên herî girîng a meşvanan jî mala Mazlum Dogan bû. Arîfe Dogan ku li ber siya du darên çamê yên Mazlum Dogan û Delîl Dogan çandin axivî, demekî dirêj qala Mazlum û Delîl kir. Peyama Arîfe Dogan a “Hêvîdarim ku ev meşa we bibe wesîleya azadiya Rêbertiyê” rê li ber kêliyên hestiyar vekir. Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Dema ez qala Rêbertiyê dikim, nikarim hêsirên çavên xwe bigirim. Gelek xemgîn dibim. Şoreşgerên mezin hatin vê malê. Mirovên mezin lê jiyan.”    Meşvan dê îro jî li bajarê Sakîne Cansiz û Aysel Doganê li Dêrsimê meşa xwe bidomînin.    MA / Bêrîvan Altan - Adnan Bîlen