Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir 2024-02-08 12:13:13   BÛRSA - Li navçeya Osmangaziyê zilamê bi navê Abdulsamet Y. dayik, bav û birayê xwe qetil kir.    Zilamê bi navê Abdulsamet Y. (19) li 2’yemîn Kolana Vakif a li taxa Hamîtler a navçeya Osmangaziya Bûrsayê, di nava malê de bavê xwe S.Y. (64), dayika xwe Z.Y. (55) û birayê xwe M.Y. (25) qetil kir.    Piştî agahîdayînê gelek tîmên tenduristiyê û polîsan, sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan bersûc tevî kêra di destê wî de girtin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.