Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin 2024-02-08 11:12:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji gelê ereb Nûran Kaya, diyar kir ku bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ên li dijî tecrîda li Îmraliyê û komploya navnetewî hatin pêkanîn ji wan re mîrateya berxwedanê hatiye hiştin û got: “Azadiya Ocalan azadiya me ye.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navdewletî neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Piştî ji Sûriyeyê derket di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku girtiyan di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî planên tasfiyekirina Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, tarîtiya ku dihat xwestin bê afirandin ronî kirin. Ev çalakiyên ku di roja destpêkê ya komployê de hatin destpêkirin û li derveyî dîwarên zîndanan belav bûn, li dijî komployê xeleka ji agir ava kirin. Piştî komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hatî de li Kurdistanê, Tirkiyeyê û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketibûn kuçe û kolanan û bi yek dengî gotin “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Çalakî pêl bi pêl belav bûn û li gel radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê di hefteyekê de zêdetirî 60 kesan agir berdan bedena xwe û komploya hêzên navneteweyî şermezar kirin.   Ev çalakiyên li dijî komploya navnetewî hatibûn destpêkirin, salên pişt re jî li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan xistin dewrê jî hatin domandin. Li ser Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi jehrê ket, fikarin li ser tenduristî û ewlehiya wî zêde bûn. Li ser vê yekê yek ji gelên erêb Veysî Kaya yê 23 salî ku li Taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê dijî ji bo vê rewşê şermezar bike, di 9’ê sibata 2006’an de xwe şewitand. Xwarziyê Kaya Abdulkadîr Atîlla jî li dijî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan di 11’ê adara 2012’an de bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê laşê xwe şewitand.    Xwişka Veysî Kaya, Nûran Kaya, bandora tecrîda li Îmraliyê, çalakiya kekê xwe û xwarziyê xwe ya li dijî tecrîdê nirxandin û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan vegot.    ZEXTÊN JI STEWRÊ BER BI EDENEYÊ VE    Kaya, da zanîn ku ji ber zextên dewletê di sala 1982’yan de ji gundê Teffî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê koçî Edneyê kirine û weke 8 xwişk û bira li vir jiyana xwe berdewam kirine. Kaya, anî ziman ku ji gelê ereb in û di sala 1991’an de ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi bandor bûne û diyar kir ku xwişka wê di sala 1995’an de tev li PKK’ê bûye û kekê wê Veysî Kaya jî di nav xebatên ciwanan de cih girtin. Kaya, anî ziman ku zextên dewletê yên li Stewrê dest pê kirin li Edeneyê bi serdegirtinên malê, îşkence û binçavkirinan berdewam kirin û destnîşan kir ku tevî hemû zextan têkoşînê didomînin.    ‘KEKÊ MIN MÎRATEYA BERXWEDANÊ JI ME RE HIŞT’    Kaya, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê, 15’ê Sibatê “Roja Reş e” û anî ziman ku bi sedan kesan laşê xwe şewitandin û tarîtî veguherandin ronahiyê. Kaya, anî ziman ku kekê wê li dijî fikarên têkildarî şertên ewlehî û tenduristiyê yên Abdullah Ocalan laşê xwe da ber agir û diyar kir ku ev çalakî di heman demê de rexnekirina raya giştî bû. Kaya, destnîşan kir ku kekê wê bi vê çalakiyê mîrateya berxwedanê ji wan re hiştiye û bal kişand  ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn bê dayîn.    ‘EV TÊKOŞÎN TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ YE’    Kaya, bi lêv kir ku malbata wê ji berxwedan û rastiya gelê kurd bi bandor bû wiha wiha got: “Ev têkoşîn têkoşîna ereban, tirkan, kurdan a hemû gelan e. Weke erebekê cih girtina nav vê têkoşînê ji bom in çavkaniya rûmetê ye. Azadiya Abdullah Ocalan nayê wê wateyê ku tenê kurd tê azad bibin. Azadbûna birêz Ocalan tê wateya azadbûna gelê ereb jî. Li ser gelê ereb jî tecrîdek heye. Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser gelê ereb jî. Ez dixwazim ji vir bang li gelê ereb bikim; ev têkoşîn têkoşîna hemû gelan e û têkoşîna gelê ereb e jî. Divê di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Ev têkoşîn têkoşîna mirovahiyê ye.”   ‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE’    Kaya, bal kişand ku ji Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin tecrîdeke giran tê ragirtin, 35 meh in agahî nayên wergirtin û anî ziman ku di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de li dijî tecrîdê dane destpêkirin de cih digire. Kaya, anî ziman ku xwedî li daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derdikevin û wiha domand: “Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, tu gel azad nabin. Birêz Ocalan xîtabî hemû cîhanê dike. Em dixwazin serokê me azad bibe. Azadiya serokatî azadiya me ye. Heta ku serokatî azad nebe tu gel azad nabin. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin tu pirsgirêk çareser nabin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”   LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di çarçoveya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de li konê bi armanca şermezarkirina komployê hate danîn çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Hezar Kuçuk a 73 salî ku di çalakiyê de bi 8 jinan re 15 rojan kete çalakiya greva birçîbûnê, anî ziman ku li êrişa polîsan çalakiya xwe li malên xwe berdewam kirin.    LI DIJÎ KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ÇALAKIYA JINAN   Kuçuk a diyar kir ku li dijî komployê jin ketin çalakiya greva birçîbûnê, anî ziman ku berxwedaneke bêhempa hate dayin û wiha qala wê demê kir: “Wê demê ji ber ku zext û êriş pir hebûn, di nava gel de jî tirs pir hebû. Em ji dewletê ditirsiyan. Lêbelê em li dijî vê tirsê derketin. Sala ku Abdullah Ocalan hate girtin li her derê çalakî hatin destpêkirin. Li vir em jî weke jin û dayikên Botanê em 9 dayik ketin nav çalakiyê. Ji bo ku komploya navnetewî ya di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hatî şermezar bikin, em ketin greva birçîbûnê. Wê demê li ber deriyê partiya me kon hate vedan û kesên ku ketine greva birçîbûnê li wir kom bûn. Lê vê çalakiya me dewlet aciz kir û polîsan her çar aliyên me girtin û bi ser me de girtin. Gelek kes hatin derbkirin û gelek ji me jî hatin binçavkirin. Lê jinan li dijî vê êrişê jî li ber xwe dan. Me bi daxwaza azadiya birêz Ocalan a fizîkî dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo ku aramiyek bikeve cîhanê û ji bo ku ev tirs, zilm û zordarî li ser cîhanê rabe me dest bi wê çalakiyê kir. Wê demê berxwedan hebû. Zarok, mezin, xerab û baş herkes li ser lingan bû. Şert û merc zehmet bûn lê gelê kurd berxwedaneke mezin nişan dida. Cesareteke mezin hebû.”   'SAL DERBAS BÛN LÊ DAXWAZ NEGÛHERÎN'   Kuçuk, bi lêv kir ku sal guherîn lê polîtîkayên dewletê neguherîn û got ku li dijî polîtîkayên Ocalan bi gelê kurd bide ji bîr kirin, gelê kurd tu caran dev ji daxwaza azadiya Ocalan a fizîkî berneda û wiha domand: “Ji wê demê heta niha gelek sal derbas bûn û gelê kurd hê li ber xwe dide. Ji bo ku ji birêz Ocalan agahiyek bê standin niha ji derve û girtîgehan de çalakî hene. Daxwaziya me ya wê demê çibe ya îro jî ew e. Em dixwazin ku ji birêz Ocalan agahiyekî bistînin. Divê ku êdî ji bo aşitiyeke mayinde gav bên avêtin. Qasî ku agahî ji birêz Ocalan neyê standin ev aloziye û pêvçûne dê bidomin. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di her rojbûnên birêz Ocalan de jî ez diçûm Amara û li wir jî me daxwaziya aşitiyê dikir û rakirina tecrîdê dikir. Ez 10 caran çûm Amarayê. Lê di her çûyînê êriş li me dikirin û nehiştin ku em biçin. Bila dayik bes biqehirin. Me dayikan têra xwe zilm û zordestî dît em dixwazin ku êdî aşitiyê bibînin.”   'TENÊ PÊWISTIYA ME BI TIFAQIYÊ HEYE'   Hezar Kuçuk, anî ziman ku şikandina tecrîdê bi tifaqiya gelê kurd pêkane ye û got: “Heke ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe dê aramî bikeve dinyayê. Heke ku bi birêz Ocalan re hevdîtin çêbibe ew ê bikaribe ku vî şerî bide sekinandin. Bila dawî li vê tecrîdê bînin. Em daxwaza jiyaneke aşitiyane û cîhaneke aram dikin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Heke ku gelê kurd bibe tifaq û tifaqiya xwe ava bike ev zilma li ser me jî dê bi dawî bibe. Îro tenê pêwistiya me bi tifaqiyê heye. Heke ku em di nava xwe de wê tifaqiyê ava bikin em ê bikaribin vê tecrîdê jî bişkînin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Zeynep Dûrgût