TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin 2024-02-08 09:07:14   STENBOL - TDÎ'yê ji bo betalkirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin. Endamê TDÎ'yê Abdulmelîk Yalçin got: "Berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Cihên herî bi bandor ên çalakiyê kolan in."   Li girtîgehên ku bi zext, binpêkirina mafan, pêkanînên keyfî û îşkenceyê her tim di rojevê de ne, roj bi roj tecrîda li ser girtiyan kûrtir dibe. Girtîgehên tîpên S û Y yên kapasîteya wan ji yên tîpên F girantir in, gelek caran bi binpêkirina mafan, pêkanînên keyfî û pêkanînên îşkenceyê dibin rojev. Înîsiyatîfa Hevgirtina bi Girtiyan re (TDÎ), ji bo rakirina girtîgehên tîpa Y û S kampanya da destpêkirin.   Endamê TDÎ'yê Abdûlmelîk Yalçin der barê kampanyayê û tecrîdê de axivî.    Yalçin anî ziman ku girtî bêyî bixwazin sewqî girtîgehên tîpa Y û S tên kirin û got ku ew ê di çarçoveya kampanyayê çalakiyên wekî hevdîtinên bi malbatên girtiyan re û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin. Endamê TDÎ'yê Abdûlmelîk Yalçin   TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ'   Yalçin bilêv kir ku yek ji polîtîkayên "qirêj" ên desthilatê înkarkirin e û bal kişand ser helwesta rayedaran a li hemberî kiryarên berê yên li girtîgehan. Yalçin got: “Gavên dewletê û Wezareta Dadê yên der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de, her tim li ser esasê cezakirinê bûn. Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê dikin înfaza wan tê şewitandin, piştî grevê vîtamînan nadin wan, hevdîtina parêzeran tê astengkirin, cezayê hucreyên yekkesî li wan tê birîn. Em dizanin ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk tên."   Yalçin anî ziman ku hewl tê dayîn ku têkiliya girtiyên siyasî ya bi derve re bê qutkirinh û got ku mînaka vê ya herî berbiçav girtîgehên tîpa Y û S ne. Yalçin diyar kir ku tecrîda li ser tecrîdê li girtîgehên tîpa Y û S tê sepandin û got: “Armanca li vir ew e ku girtiyan di nava tecrîd û îzolasyonê de bihêlin. Ev ne siyaseteke nû ye, di salên borî de li girtîgehan gelek komkujî hatin kirin. Yekane armanca dewletê ya ji wê demê û vir ve ew e ku 'Ez çawa dikarim girtiyan hîn bêtir îzole bikim?' Polîtîkayên wê her tim bi vî awayî bûn. Niha girtîgehên tîpa S û Y hatine aktîfkirin. Armanca vê yekê bi temamî teslîmgirtina vîna girtiyên şoreşger e."    BANDORÊN WÊ YÊN LI CIVAKÊ   Yalçin bilêv kir ku bi pêkanînên li girtîgehan hewl tê dayîn civak bê tirsandin û tepisandin û wiha domand: “Em polîtîkaya girtîgehê ya dewletê tenê wekî polîtîkayeke li ser girtiyan nabînin. Polîtîkaya girtîgehê bi du armancan ji raya giştî re tê ragihandin. Yekem; girtina muxalifên şoreşger di zindanan de. Ya duyem; Bi êrişên li dijî şoreşgerên girtî tirsandina civakê ye. Hewl tê dayîn ku polîtîkaya tirsê di nava civakê de belav bikin. Li hemberî van polîtîkayan berpirsyariyeke mezin a hemû beşên civakî heye. Li dijî êrişên dewletê divê em bibin deng û nefesa girtiyan li derve. Gelek rê hene ku em dikarin polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan bişikînin û pêşî li êrişên dewletê bigirin. Ji bo serketina çalakiya ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, em ê li ber girtîgeh û edliyeyan daxuyaniya çapemeniyê bidin. Li vir berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Di vî warî de çalakiya herî bi bandor ya ku em bikin, daketina kuçe û kolanan e."