Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin 2024-02-07 16:05:36   STENBOL - Danişîna doza rojnameger Rojîn Akin û Emrah Erdogan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, hate taloqkirin.    Danişîna doza rojnameer Rojîn Akin û Emrah Erdogan ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Akin û Erdogan tev li danişînê nebûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) MLSA û TGS û gelek rojnameger tev li danişînê bûn.    LI ROJNANEMGERÊN ŞAHID HATE GUHDARÎKIRIN    Di danişînê de ji ewil weke şahid li rojnameger Hayrî Demîr hate guhdarîkirin. Demîr bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û got ku ew jî bi heman tawanbariyê hatiye darizandin û beraet kiriye. Dadger, ji Demîr pirsî bê ka Akin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtiye yan na. Demîr got ku di dema şopandina nûçeyê de lê rast hatiye û diyar kir ku mîna rojnamegerên din ew jî ji bo xebatên rojnamegeriyê li wir bûn.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Parêzerê rojnamegeran Ramazan Demîr jî piştî mutalaaya dozger axivî û dem xwest. Dadgehê biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya ji bo Akin bidome, xwe li benda bicihanîna biryara girtinê ya Erdogan bigirin û danişîn taloqî 3’yê nîsanê kir.