Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin 2024-02-07 14:59:25   AMED - Alayên AKP’ê bi wesayîtên vînçê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye bi stûnan ve hatin daliqandin.    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê demekî kin ma û şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de tevahiya derfetên xwe ji bo AKP’ê seferber kirine. Qeyûmên bajar û navçeyan ku weke rêveberên AKP’ê tevdigerin, herî dawî jî li Amedê ketin nava vê hewldanê.    Walî Alî Îhsan Su ku di heman demê de weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye tayînkirin, alayên AKP’ê daliqand.    Beriya bernameya danasîna namzetên navçeyan ên AKP’ê ku li Navenda Konreyan a Sezaî Karakoç tê lidarxistin, bi wesayîtên vînçan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alayên AKP’ê li stûnan hatin daliqandin.