Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan 2024-02-07 09:01:05 STENBOL- Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de komployê li Strasboûrgê li ber avahiya CPT'yê û di 17'ê sibatê de jî li Kolnê bi meş û mîtîngekê şermezar bikin. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku protetsyên ku ew wekî destpêk dihesibînin heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, wê bidomin.   Di salvegera 25'emîn komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, kurd û dostên wan di encama komploya hêzên cîhanê de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, kurd hê jî bihêrs in li hemberî komployê. Li dijî komploya ku wekî pêngava yekemîn a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hatibû kirin, ji roja ewil ve li Kurdistan, Tirkiye û navendên cuda yên cîhanê çalakî û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Ev çalakî her diçe berfirehtir dibin.   Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de, di salvegera derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê de, bi pêşengiya kesên li cîhanê naskirî, li qada navneteweyî kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin.    Kurdistanî û dostên wan ên ji bo azadiya Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, ji bo 15’ê Sibatê li bajarên Ewropayê xwe ji bo çalakiyên mezin amade dikin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, têkildarî kampanyaya ku wê di 15’ê Sibatê de bê lidarxistin agahî da.   SALEKE DÎROKÎ   Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku 15'ê Sibatê ji aliyê gelê kurd ve wekî "Roja Reş" hatiye pênasekirin û got ku kurd û dostên wan wê bi çalakiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk bînin komployê şermezar bikin. Zumrutê got: “Ev sal ji bo me dîrokî ye. Di saleke dîrokî de divê pêngavên dîrokî hebin. Kes nizane 3 sal in li Girava Îmraliyê çi diqewime. Ji ber vê yekê dê çalakiyên li gor pêngava 10'ê Cotmehê bên lidarxistin."    BERXWEDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ   Zubeyde Zumrutê anî ziman ku kûrkirina tecrîda li Îmraliyê bêyî hinceteke hiqûqî nêzîkatiyeke îdeolojîk e û got: “Desthilata AKP'ê di pergala îşkenceya Îmraliyê de îdeolojiya xwe derdixe holê û bi salan e vê yekê didomîne. Em gelê kurd vê yekê qebûl nakin. Bi salan e em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Vê berxwedana bênavber, biryarên komployê ymn hêzên navneteweyî ku 25 sal berê girtibûn, pûç kir. Gelê kurd û dostên wan ji 10’ê Cotmehê û vir ve li Ewropa û cîhanê xeta berxwedanê ya cîhanî ava dikin. Ev xeta berxwedanê, xeta azadiya Abdullah Ocalan e. Ger em nikaribin vê xeta berxwedanê li hemû cîhanê ava bikin, em ê nikaribin tecrîda li Îmraliyê jî bişkînin. Ya ku niha tê kirin ew e ku bi polîtîkayên tecrîdê gelê kurd bê nefes bê hiştin. Em ji bo nefesê bistînin, dixwazin rojek berî rojekê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin."    Zumrutê diyar kir ku Îmralî bûye cihê îşkenceya ku her diçe girantir dibe û ev yek fikarên wan zêdetir dike û bêdengiya saziyên navneteweyî û bi taybetî ya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê, rexne kir.   DÊ BI SEDHEZARAN KES LI QADAN BIN   Zumrutê bal kişand ku kampanyaya ku wan ji bo bidawîkirina vê rewşê daye destpêkirin, armanca wê ya teqez azadiya Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku wan starta protestoyên 15'ê Sibatê bi kampanyaya 10’ê Cotmehê daye destpêkirin.    Zumrutê da zanîn ku ew ê bi berpirsyariya dîrokî ya ku kampanyaya navborî daye ser milê wan, di 15'ê Sibatê de tevî bi sedhezaran kesî dakevin qadan û 15'ê Sibatê şermezar bikin.    100 HEZAR KART JI ÎMRALIYÊ RE HATIN ŞANDIN   Zumrutê diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji çar aliyê cîhanê 100 hezar kart şandine Îmraliyê û ev kart hê jî tên şandin û bal kişand ser "Meşa Azadiyê" ya ku ji aliyê ciwanên kurd û enternasyonalîst ku di 10'ê Çileyê de li Mannheîmê hatiye destpêkirin.    DI 15'Ê SIBATÊ DE LI BER CPT'YÊ MÎTÎNG   Zumrutê da zanîn ku ev meşên ku ji 3 milan ve tên kirin û 25 herêmên bakurê Fransayê dihewîne, dê di 15'ê Sibatê de li Strasbûrgê bi mîtînga li ber CPT'yê bi dawî bibe.    Zumrutê bal kişand ku meşa 25 rojan a li Fransayê ji ber ku yekemîn meşa mezin e xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got: “Ev meşa ku dê 25 rojan bidome û nûnertiya 25 salan dike, li 25 herêmên cuda berdewam dike. Gelê herêmê û raya giştî ya cîhanê di hemû rêyên meşê de der barê tecrîd û dîlgirtina fizîkî ya 25 salan a Abdullah Ocalan de tê serwextkirin. Her wiha serdanên dîplomatîk ên gelek saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî û saziyên raman-lêkolînê tên kirin û têkildarî armanca lêkolînê agahî tên dayîn.”   HEZAR DOST HEZAR PANKART   Zumrutê parve kir ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Almanyayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin û ev tişt gotin: “Armanca me ew e ku bi sed hezaran kes bi pankartên xwe beşdarî meş û mîtîngan bibin. Divê her kes bi coşeke mezin a seferberiyê beşdarî vê mîtîngê bibe. Mîtînga ku em ê di 17’ê Sibatê de pêk bînin, ji bo me ne dawî ye, destpêkek e. Pêdivî ye ku ev yek bê bilindkiirn. Divê muxatabên li Ewropayê ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê bikevin nava tevgerê."   ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Zumrutê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rê nemaye û got: “Me heta îro ji berxwedanê pê ve tu tişt nas nekiriye. Me li kolanan jî li ber xwe da, em ê li kuçeyan li ber xwe bidin û em ê li kuçeyan bi ser bikevin. Mîtînga 17’ê Sibatê ji bo dema pêş destpêkek e. Heta ku Abdullah Ocalan azadiya fizîkî bi dest nexe, wê têkoşîna me bidome."   MA/ Esra Solîn Dal