Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye 2024-02-07 09:00:48 RIHA - Salih Surucu ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xebitiye û bi rojan bi hev re axivîne anî ziman ku Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser wî kiriye û got: "Min kesek wisa qet nedîtibû. Kesek wisa li dinyayê tune ye. Kesayeta Serok, keseyetekî pir cuda bû."  Hezên hegemon ji bo Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navdewletî pêk anîn. Ji ber komployê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, xwest îltîca bike lê di serî de Yewnanistan û dewletên wekî Îtalya, Rûsya li ser daxwaza hezên hegemon ku serkeşiya wan Amerîkayê dikir nehiştin Abdullah Ocalan li welatê wan bi cih bibe. Piştî 129 rojan ku Abdullah Ocalan bi daxwaza îltîcayê li gelek welatan geriya bi destê hezên hegemon li Kenyayê hate girtin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî ku Abdullah Ocalan hat girtin, di serî de bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gel daketin qadan û bi rojan çalakî li dar xistin. Bi çalakiyên, "Hûn nikarin roja me tarî bikin" gelek kesan agir berdana bedena xwe.    Piştî Abdullah Ocalan hat girtin bi cezayê darvekirinê hat darizandin lê li ser çalakiyan cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê hat rakirin. Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind de ragirtiye, ji ber tecrîda girankirî 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe armanca hezên hegemon ku ew komplo pêk anîn, pûç kir.    Salih Ozçelîk (70) ku bi navê Salih Surucu tê naskirin û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê rûdinê diyar kir ku ew bi rojan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re maye. Surucu ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala Abdullah Ocalan kir.      Salih Ozçelîk   HEVDÎTINA EWILÎ   Salih Surucu diyar kir ku yekem car wî Abdullah Ocalan li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dîtiye û ev tişt gotin: "Ez ji hereketa 68'an a Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bandor bûm û tev li Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê ya Denîz Gezmîş bûm. Li wir min xebata siyasî dikir. Wê demê me jî li Pirsûsê bi ciwanan re Komeleya Piştevaniyê ya Şoreşgerên Pirsûsê ava kir. Di sala 1974'an de li ser pirsgirêka neteweyî nêrînên cuda derketin. Min û 3 hevalên saziyê wê demê got welatê me metîngeh e û divê em jinûve xwe birêxistin bikin. Lê yên di bin bandora çepên tirk de mabûn jî digotin, rêxistinbûyina cuda ne hewce ye û li ser vê yekê cudabûn ket navbera me. Wê demê hevalekî ku li Enqereyê beşa hiqûqê dixwend jî maf dida me. Navê wî Îsmet Ateş bû. Îsmet jî ji me re got, 'li Enqereyê komek derketiye û ev jî weke we difikirin. Heke hûn bixwazin ez we bi wan bidim naskirin.' Piştî hefteyekê Serok û heval Cemîl Bayik hatin Pirsûsê. Cara yekem di sala 1975'an de min li Pirsûsê Serok nas kir."   'HETA WÊ DEMÊ ME KESEK WISA NEDÎTIBÛ'   Surucu bi lêv kir ku li Pirsûsê Abdullah Ocalan bi ciwanan re civînek lidar xistiye û bandoreke mezin li ser ciwanan kiriye. Surucu, wiha qala wê civînê û bandora axaftina Abdullah Ocalan a li ser wî kir: "Piştî ku Serok hat Pirsûsê li wir me bi ciwanan re civînek amade kir. Wê demê em 4 kes wekî hev difikirîn û yên din jî di bin bandora çepên tirk de mabûn. Min ji Serok re got ciwan ji bo civînê amade ne. Serok jî got; 'hûn çend kes in.' Min got em 4 kes in. Serok jî got 'em we ji xwe dihesibînin lê divê hûn yên ku wekî me nafikirin jî bînin civînê. Bila ev jî bibînin em li Kurdistanê çawa dinêrin, Tirkiyeyê û cîhanê çawa dinêrin.' Min jî li ser vê yekê bang li koma din jî kir û em bi tevahî 23 kes wê demê civiyan. Serok rewşa ciwanan pirsî û ji wan re got, 'hûn bi ciwaniya xwe dijîn an na.' Serok ji wan re got, 'heke welatek bindest be ciwanên wî welatî jî bindest in. Ji ber ku hûn ji civaka xwe ne qutkirînê. Heke civak azad bibe civan jî wê azad bibin. Yên ku civakê azad bikin jî ciwan in. Bi xebat û fedakariya we civak wê azad bibe. Hûn ê pêşengiyê ji vê civakê re bikin û li dijî neyarên welat hûn ê şer bikin.' Me heta wê deme mirovekî wisa qet nedîtibû. Ji ber vê yekê jî bandoreke mezin li ser me kir. Wê demê axaftineke dirêj ji me re kir. Dîroka Kurdistanê vegot, Kurdistan çawa hatiye dagirkirin, qala serhildanên li Kurdistanê kir. Serok piştî ku axaftina xwe qedand ji li ciwanan vegeriya û got, 'Me nêrînên xwe yên li ser Kurdistanê û cihanê vegotin. Li ser van gotinan tiştekî ku di serê wê de ma yan na?' Yekî ji di nav ciwanan de got, 'Gotinên we rast in lê em ê vî welatî çawa rizgar bikin?' Serok jî li ser vê pirsê got: 'Welatê me bi zorê dagirkirine û em ê jî bi zorê rizgar bikin. Kes bi dilxweşî welatê me nade me. Em ê bi zorê welatê xwe ji dest wan bigrin, em ê şoreşa xwe pêk bînin û Kurdistanê azad bikin.' Piştî gotinên Serok kesê din pirs nepirsîn û civîna me ya wê demê qedya."   'SEROK PAŞNAVÊ SURUCU LI MIN KIR'   Surucu, da zanîn ku di nasnameya fermî de paşnavê wî Ozçelîk e lê ji ber ku Abdullah Ocalan paşnavê Surucu li wî kiriye ew xwe wekî Salîh Surucu dide nasandin û wiha pê dê çû: "Piştî wê rojê gelek caran Serok hat Pirsûsê û ez jî diçûm cem wî. Li ser xebatên li vir ji min agahî digirtin. Bi zarokan re dibû zar. Dema zarokekî biçûk didît bang dikir û bi saetan pê re diaxivî. Bi zimanê zarokan pê re diaxivî. Diçû cem kesên temenmezin, bi pîr û kalan re diaxivî û ji wan re digot 'Ji min re qala wan demên berê bikin, hûn çawa dijîn, dema we çawa bû.' Pîr û kalan jî wekî ku bi hevalê xwe re diaxivîn pê re diaxivîn, kûr û dûr. Anku bi hemû kesan re têkiliyeke baş datanî û bandoreke mezin li wan dikir. Ez jî wê demê di çalakiyekê de, di sala 1977'an de hatim girtin û salekê di girtîgeha Pirsûsê de girtî mam. Serok jî çend caran di girtîgehê de hat serdana min. Di serdanê de ji min re qala têkoşîn û xebatan kir. Ji min re got di demekê nêz de partî wê bê avakirin. Yên ku di serdanê de ew dîtibûn ji min dipirsîn digotin ev kî ye? Dişibe kesên biheybet. Serok bi sekn û helwesta xwe bandor li ser milet dikir. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim jî min Serok dît û em bi hev re xebitîn. Li Dîlokê Serok ji min re got ji niha şûn ve navê te Surucu ye. Piştî wê rojê ez bûm Salîh Surucu. Niha kî ji min bipirse ji ber ku ev nav Serok li min kiriye ez dibêjim Surucu. Serok ji min hez dikir. Navbera me pir baş bû. Şertê sedsala 20'an Serok diyar kir. Şoreşên li dinyayê pêk hatibûn û serhildanên li Kurdistanê bandor li ser kesayeta Serok kiribû. Ji ber wê jî keseyeta Serok keseyeteke gerdûnî û cuda bû. Serok ji me re got, 'Amadekariya xwe bikin. Em ê hemû gelê Kurdistanê kom bikin. Têkoşîna ku Kurdistanê azad bike wê têkoşîna me be.' Ji me re got hûn jî xwe ji vê rojê re amade bikin."    CEZAYÊ ÎDAME VE HAT DARIZANDIN   Surucu, di sala 1979'an de tê girtin û ji ber "endamtiya rêxistinê" bi cezayê darvekirinê tê darizandin. Lê piştre cezayê darvekirinê vediguhere cezayê muebedê û ew di sala 2008'an de ji Girtîgeha Dîlokê tehliye dibe. Surucu, diyar kir ku dema Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ew di girtîgehê de bûye û wiha qala wan rojan kir: "Me agahî ji hevalan bihîst û piştre jî di televîzyone de jî derket. Tiştê ku Serok ji me re digot hatin bîra me. Ji me re digot, 'Şoreşger di destê dijmin de dilgirtî jî bin xeyalên wan mezin in, ji ber wê jî tu car kes nikare ruhê wan dîl bigire.'Di girtîgehê de me jî protesto kir û em ketin greva birçîbûnê. Dor bi dor em diketin greva birçîbûnê. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim jî min lêkolîn kir ku çawa Serok hatiye girtin. Lê ji ber ku em di perwerdehiya Serok re derbas bûbûn tu car me mirûzê xwe xira nekir. Ji ber ku me ji Serok ev yek hîn kiribû."    'SEROK DI HUCREYEKÊ DE EW KOMPLO PÛÇ KIR'   Surucu, destnîşan kir ku hezên hegemon ji ber armancên xwe yên li Rojhilata Navîn komployê pêk anîne û wiha got: "Komploya navneteweyî li dijî Tevgera Azadiyê bû. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji hemû tevger û partiyên cihanê û Kurdistanê cuda bû. Hezên hegemon jî ev yek dîtin. Tevgera Azadiyê ji bo xwe xetere dîtin û ji ber wê jî xwestin pêşiyê bigrin û li dijî Serok ev komplo pêk anîn. Serok dema hat girtin jî me dizanî Serok dê komployê pûç bike û ew hucre wê bibe qadeke fireh.Wisa jî bû. Serok di hucreyekê de ev komplo pûç kir. Dema meriv keseyeta Serok tehlîl dike, meriv dibîne ku kesayeteke kurd û Kurdistanî ye lê dema meriv hinek din vedike meriv dibîne ku kesayetekî gerdûnî ye. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku pêşkeşî gelan kir, ji bo hemû gel û pêkhateyan e. Bila baş bê zanîn ku em ê paradîgmaya wî li her derê bixin meriyetê û Serokê xwe azad bikin. Dema ez ji girtîgehê derketim jî min rewşa xemgîniya gel dît. Gel pir xemgîn bûbû. Yên ku Serok dîtibûn pir xemgîn bûn. Lê baweriya wan her bi Serok hebû."   'DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDE SERÊ XWE RAKE'   Di dawiya axaftina xwe de Surucu bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û ev bang li gel kir: "Divê sazî û gelê me û hemû demokratên Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Serok rabin. Divê siyasetmedarên me jî her tim greva birçîbûnê ku li dijî tecrîde li girtîgehan  hatiye destpêkirin her tim bixin rojevê. Heta azadiya fizîkî ya Serok pêk neyê tu çareserî û muzakere jî ne pêkan e. Heke tecrîda li ser Serok ranebe û muzakere dest pê nekin rewş wê hê xirabtir bibe. Hemû gelê Tirkiye û Kurdistanê jî wê zor û zehmetiyan bibînin. Bandora zext û krîza aborî wê hê zêdetir bibe. Ji bo ku ev yek nebe divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî vê tecrîde serê xwe rakin. Azadiya Serok azadiya hemû gelan e."   MA / Mahmût Altintaş