ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-07 09:00:05 * Salîh Surucu ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xebitiye û bi rojan bi hev re axivîne anî ziman ku Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser wî kiriye û got: "Min kesek wisa qet nedîtibû. Kesek wisa li dinyayê tune ye. Keseyeta Serok, keseyetekî pir cuda bû."  * Parêzer Jiyan Ormanli ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li wezaretê da, bal kişand ser Meşa Azadiyê û got: "Ev coş û xwedîderketin, girêdana bi birêz Ocalan û baweriya ku dê ew aştiyê pêk bîne nîşan dide."    * Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de komployê li Strasboûrgê li ber avahiya CPT'yê û di 17'ê Sibatê de jî li Kolnê bi meş û mîtîngekê şermezar bikin. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku protetsyên ku ew wekî destpêk dihesibînin heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, wê bidomin.   * Nûnerê ÎMO'yê Serhat Kotlûk diyar kir ku li hemberî erdheja gengaz a li Colemêrgê wextekî wan ê berhewa biçe tune ye û got ku tevdîrgirtin pêkan e.    * Sakîne Demîr hezar û 582 kîlometreyan ji dûr hat û Meşvanên Azadiyê li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin pêşwazî kir. Demîr, wiha got: "Wijdana min qebûl nekir. Min deriyê xwe qilf kir, hatim vê derê û tev li vê meşê bûm. Ev meş ji bo min pir bi wate ye. Heke tecrîd rabe dê aştî jê çêbibe."   * Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 7’an de berdewam dike. (10.00-18.00)   * Çalakiyên Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran hatine destpêkirin dê îro jî berdewam bikin. (11.00-17.00)