Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan 2024-02-06 17:03:46   RIHA - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak ê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin, hate berdan.   Di çarçoveya fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, ser mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kemal Çakmak girtin. Çakmak ê birine qerekola cendirmeyan a li navçeyê, piştî karûbarên îfadeyê, hate berdan.