Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev 2024-02-06 15:46:21   ŞIRNEX - Meşvanên Azadiyê yên ku li Siopiyayê bi jinan re hatin gel hev gotin ku heta çalakiya wan digihije armanca xwe dê bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Birêz Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Me jî xwest dengê vê bilind bikin lewma me dest meş da destpêkirin.”    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’3e Sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin didome. Beşdarên baskê meşê yê Wanê li Şirnex û navçeyên wê bi gel re tên gel hev. Meşvanên Azadiyê yên li Silopiyayê li avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê bi jinan re civiyan. Civîn, ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate organîzekirin û li gel Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, gelek kes tev li bûn.    Di civînê de ji ewil Dayika Aştiyê Emîne Alkiş axivî û meşvan silav kir û wiha got: “Dayikên me bedelên giran dan. Dê aştiyê pêk bînin û Rêbertiyê azad bikin.”    ‘BI DESTÊ AŞTIYÊ BIGIRIN’   Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got ku bi çîrokên ji herêma Botanê mezin bûye. Varli, wiha got: “Her tim mêtinger li ser xaka me mirin û koçberî li me ferz kirin. Li dijî vê ev 40 sal in em li ber xwe didin. Di vê têkoşînê de dayik û jin hêzekî mezin in. Li dijî mirina ku li me tê ferzkirin me her tim jiyan vebijart. Birêz Ocalan ev 25 sal in di tecrîdeke giran de ye. Birêz Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Me jî ji bo bilindkirina vî dengî dest bi meşê kir. Destê birêz Ocalan destê aştiyê ye, destê jiyana azad e. Lewma bila dîsa mase were danîn û birêz Ocalan dîsa demokrasiyê ava bike. Bila kurd û tirk azad bijîn. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me bidome. Bi destê birêz Ocalan bigirin da ku ne dayikên kurd ne jî yên tirk bigirîn.”    ‘TECRÎD ŞER KÛRTIR DIKE’   Hevseroka MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya jî bal kişand ser armanca meşê û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê îro li ser hemû qadên jiyanê belav bûye. Yên herî zêde êşê dikişînin jî dayik in. Zarokên we bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ji ber ku tecrîd didome lewma şer jî kûrtir dibe. Bidawîkirina tecrîdê û azadiya birêz Abdullah Ocalan girêdayî têkoşînê ye.”    Civîn, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. Piştre jî dayikan wêneyê Abdullah Ocalan ê bi dest hatiye xêzkirin diyarî meşvanan kirin.    Meşvanên Azadiyê dê biçin serdana gora Dayika Taybet (Taybet Înan) ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû.