Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza 2024-02-06 15:34:39 AMED - Polîs Kazim Bozkûrt ê Recep Hantaş ê karton berhev dikir kuştibû ji sûcê “Kuştina bi qestî” beraet kiribû û biryara beraetê ji aliyê Îstînafê ve hate xerakirin. Ji polîs Kûrt ê jinûve tê darizandin re ji sûcê “qusûra bizanebûn bû sedemê mirinê” heta 6 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Li Sumerparkê navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan êrişî Recep Hantaş (20) ê ku kartonan berhev dikir kirin û ew bi guleyê kuştin. Danişîna biryarê ya doza der barê kuştina Hantaş de hatibû vekirin, di 21’ê hezîrana 2022’yan de hatibû lidarxistin. Di danişîna doza ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, ji sûcê “kuştinek muhtemel a bi qestî” heta 25 salan ji polîs Kazim Bozkurt re dihat xwestin. Lê dadgehê der barê polîs de ji ber “delîlên kêm” biryara beraetê da.    Parêzerên malbata Hantaş, biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hat dayîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê (Dadgeha Îstînafê) dan û îtîrazî biryarê kirin. Dadgeha Îstînafê îtîrazê nirxand û biryara beraetê ku hatiye dayîn xera kir. Danişîna bi biryara xerakirinê ve jinûve tê lidarxistin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê dest pê kir. Di danişîna bersûc Bozkûrt bi SEGBÎS’ê tev li bû de parêzerê wî Mûstafa Demîr û parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner amade bûn.    ŞIBAND BIRYARA ATALAY A AYM’Ê    Polîsê bersûc Bozkûrt diyar kir ku tiştekî ku îfadeyên xwe yên beriya niha zêde bike nîne û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzerê bersûc Mûstafa Demîr jî bêyî ku nav bide biryara dadgeha îstînafê şiband biryara AYM’ê ya Can Atalay û îma kir ku îstînafê rayeya dadgeha herêmî derbas kiriye û ketiye sînorê rayeyê yê dadgehê. Demîr, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    DOZGER JI QUSÛRA BIZANEBÛN CEZA XWEST   Dozgerê mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, diyar kir ku dema pêkhatina bûyerê li ber çavan girtin polîsî sûcê qûsûra bizanebûn kiriye û xwest ku bersûc ji sûcê “bi qusûra bizanebûn bûye sedemê mirinê” were cezakirin.    XWEST KU JI KUŞTINA BI QESTÎ WERE CEZAKIRIN    Parêzerê malbata Hantaş, Mehmet Oner anî ziman ku mutalaya dozger qebûl nakin û destnîşan kir ku ji ber pêkhatina bûyerê û guleya bi patika maktul ketiye û xwest bersûc ji sûcê “kuştina bi qestî” were cezakirin.    Dadgeha daxwaza dema zêde ya ji bo parastinê ya parêzerê bersûc qebûl kir, danişîn taloqî 21’ê gulanê kir.