Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin 2024-02-06 14:42:05   HATAY - Li navçeya Samandagê kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşeke girseyî hatin bibîranîn.   Li navçeya Samandagê ya Hatayê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Qurbaniyên erdhejê serdana gorên wan kesan kirin ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Li bajêr ji bo qurbaniyên erdhejê meşeke girseyî hate kirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari beşdarî çalakiyên li wir bû.   ‘EM Ê JI NÛ VE BAJÊR AVA BIKIN’   Çalakiyên li Samandagê bi serdana Goristana Çigdede Asriyê dest pê kir. Malbatan bahur pê xistin û reyhan danîn ser goran. Gel di wexta serdana goristanê de bertek nîşanî desthilatdariyê dan.   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di serdana goristanê de bi gel re hatin ba hev û ev tişt anîn ziman: “Ev hemû canên ku li vir in, têkiliya me bi wan re heye. Erdhejê agir berda nav dilê her kesî. Lê wexta ku yên çûyî nasên mirov bin, hevalên mirov bin, wê demê dilê mirov zêdetir dişewite. Em ê van tiştan ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Em ê li her derê ji bo vê tê bikoşin. Em wek kesên ku di jiyanê de mane, em ê bi dilekî şikestî vî bajarî ji nû ve ava bikin. Ji bo ku em vî bajarî ji nû ve ava bikin, em ê hemû hewla xwe bidin.”   Serokwekîlê Komê yê DEM Partiyê Sezai Temelli amaje bi wê yekê kir ku berpirsyarê vê tabloya giran hikûmet e û got: “Li şûna ku we jiyana van mirovan biparasta, we tenê beqaya xwe û kesên li derdora xwe parastin. Em ê hesabê vê yekê ji berpirsyaran bipirsin.”   ‘HIKÛMETA QATIL DÊ HESAB BIDE’   Piştî serdanên goristanan, gelê Samandagê heta bazara li Kolana Ahmet Yeseviyê meşiyan û bi kurdî, erebî û tirkî pankartên wekî “Em ê ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin, em ê hesab bipirsin” hatin bilindkirin. Girseyê her tim sloganên wekî “Alîkariyên komkirî di destên dizan de ne”, “Hikûmeta çadirfiroş îstifa”, “Hikûmeta qatil dê hesab bide” û “Em neçûn, em li vir in” hatin gotin.