Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake 2024-02-06 13:40:14 HATAY  - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna komê ya partiyê de li Hatayê axivî. Hatîmogûllari diyar kir ku bi ser erdhejê re salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake û wiha got: “Me rûyê kambax ê îktîdarê di vê erdhejê de dît.”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna koma Meclisê ya heftane li Hatayê li dar xist ku di erdhejê de herî zêde welatiyan li vir jiyana xwe ji dest dabûn. Civîn, li eywana Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Harbiyeyê (HASYAD) hat lidarxistin û li gel endamên partiyê, parlamenter û gelek mexdûrên erdhejê û Dayikên Aştiyê yên li Îskenderûnê jî tev li bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî yekemîn salvegera erdhejê nirxandin kir û welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.    ‘HEKE SEFERBERÎ BIHATA RAGIHANDIN DÊ ÊŞ EWQAS MEZIN NEBÛYA’    Hatîmogûllari got ku tişta herî girîng a êş û hêrs mezin kirî ew bû ku bi zanebûn û bi dilxwazî gel terkî mirinê hatin kirin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Hêrsa herî mezin, li dijî pergalê ye. Li dijî îktîdara ku bi hawara me nehat hêrs heye. Me di serî de got ku dewlet tune bû, bi ser re salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake. Vaye hêj ji kêliyên ewil ve hemû derfet ji bo çeteya pêncan hatin seferberkirin. Heke dewletê derfetên heyî seferber bikira, heke ew makîneyên kar bi mehan piştre ne ji bo îhaleyan lê di dema erdhejê de ji bo xelaskirina birîndaran bihatina dê nîviya kesên me windakirin bihatina rizgarkirin.    ME RÛYÊ ÎKTÎDARÊ DÎT   Di dema erdhejê de li Hatayê komên rizgarkirinê yên ji hêla şaredariyan ve hatine şandin ji  me re gotin; ‘heke hûn bikarin kemçeyan peyda bikin, em ê bikarin gelek kesan rizgar bikin. Li Samandagê em li her deverê li kemçeyan geriyan lê me tenê yek peyda kir. Em terkî mirinê haitn kirin û em bi sedan caran bimirin û dîsa zindî bibin jî dê vê ji bîr nekin. Dê hêrsa me tu caran danekeve. Dema digot ‘dewlet tune ye’ ji me re digotin çi eleqeya xwe pê heye. Ji saetên ewil ve li Hatayê bûm. Dema mirovan banga ‘min xelas bikin’ dikirin, me dît ku AFAD û kadroyên eleqeya xwe bi wan tune li kêleka rê temaşe dikirin. Me ji wan re kemçe, mer, tevir û hîltî anîn. Me dît bê ka saziyên vê îktîdarê çawa riziyane û çawa ji mirovahiyê derketine. Piştre em hîn bûn ku AFAD kon û konferveyan difiroşe. Me di vê erdhejê de ew rûyê kambax ê AFAD, Heyva Sor û îktîdarê dît.    MIROV RASTÎ CIHÊKARIYÊ HATIN    Em spasiya torên piştevaniyê dikin ku di dema erdhejê de û niha piştgiriyê didin mexdûrên erdhejê. Hêj niha jî dewlet li herêmên erdhejê xuya nake. Em tevek dizanin ku li Hatayê polîtîkayeke taybet meşandin. Di serî de li dijî civaka elewî, me bi awayeke eşkere dît bê ka li Hatay û Antakyayê cihêkariyeke çawa hat kirin. Dê dîrok xêzik bi rêzik bi rêzik, peyv bi peyv, tîp bi tîp vê cihêkariya li me hatiye kirin binivîse.    BERXWEDANA DÎKMECEYÊ BÛ HÊVÎ Û MÎNAK   Li gundê Dîkmeceyê binêrin. Gelemperiya wê ereb in û bi lez û bez ji bo wê derê biryara îstîmlaqkirinê dan. Rojekê peyamek ji bo telefona we tê û hûn dibînin ku tapûya erdê we ne ya we ye. Ji mexdûrên erdhejê re dibêjin ‘herin pereyê xwe wergirin, me ew der îstîmlaq kir.’ Weke ku hûn jî dizanin gundiyên Dîkmeceyê li ber xwe dan û xwedî li xak, gund û darên zeytûnan derketin. Berxwedaneke bêhempa raber kirin û bi ser ketin. Ji hêla hiqûqî ve jî bi ser ketin. Ez spasiya xwe pêşkeşî wan tevan dikim. Berxwedana wan ji bo me bû hêvî û mînak.    XAKA WELATIYAN LÊ VEGERÎNIN   Di nava salê de qanûneke nû derxistin. Gelek dever weke qadên rezervê hatin ragihandin. Ev qanûn, qanûneke talûke ye. Ji ewil jî li Hatayê xistin meriyetê. Li Hatayê, Antakya, Defne û Samandagê 207 hektarên erd weke qadên rezervê hatin ragihandin. Êdî li vir çawa bixwazin dê wisa tevbigerin. Qanûneke wisa ye ku bi hezaran kesan mexdûr dikin. Dê Hatayê bi vê qanûnê weke laboratuarê bi kar bînin. Dê AKP her qadê li ber rantê veke. Derdê wan tenê ev e. Em careke din bang li AKP’ê dikin ku vê qanûnê betal bikin û xaka gel li wan vegerînin.    LI BENDA KOÇBERIYEKE ZÊDE NE   Îktîdara AKP’ê çima li Hatayê tune bû. Li vir bi dehan sala ye polîtîkayên pişaftinê dimeşînin. Bi sala ye dixwazin erebên elewî ji vir bidin koçberkirin. AKP’ê erdhej weke firsend dît û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne.    DIKARIN MILYONEK Û 300 HEZAR AVAHIYAN ÇÊBIKIN   Dibêjin dê bajarên ku bikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin. Lê ew ne qala bajarên saxlem, qala bajarên ku canê welatiyan tune dihesibînin dikin. Tevahiya çavkaniyên vî welatî pêşkeşî çeteya pêncan hatine kirin. Welatî mexdûr kirin. Piştî erdheja Golcukê bacên erdhejê hatibûn komkirin. Li gorî hesabên hevalên me, bi wan bacan dikarin milyonek û 300 hezar avahiyan ava bikin.    EM NAÇIN LI VÊ DERÊ NE   Weke DEM Partiyê me guh da dengê mexdûrên erdhejê û me ji bo pirsîna aqûbeta kesên winda me li Meclisê xwest ku komîsyona lêkolînê bê avakirin lê bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. Ew çi bikin jî em bi cihekî ve naçin. Em ê êşa xwe bi tu awayî ji bîr nekin. Em ê şîna xwe bigirin û hesaba wan ji berpirsyaran bipirsin. Em ê li vir bin û bajarên xwe bi hev re û jinûve ava bikin. Ez bi van hestan we bi rêzdarî silav dikim. Em ê bi hev re bi ser kevin.”