Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê 2024-02-06 13:25:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler tevî Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê Metin Gurak çûn Bexdayê.   Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê Metin Gurak çûn Bexda ya paytexta Iraqê. Daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hate kirin, tê de behsa hûrgiliyên serdanê nehate kirin.   Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di 22’yê çileya 2024’an de serdana Iraqê kiribû û Serokkomarê Iraqê jî tê de bi gelek rayedarên iraqî re hevdîtin kiribûn.   Kalin piştre çûbû Herêma Kurdistanê û bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtinek kiribû.