Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin 2024-02-06 13:07:56 ERZIROM/MÛŞ - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên “Meşa Mezin a Azadiyê” navçe bi navçe didomînin, li navçeya Gimgimê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.  Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Meş di roja 6’an de didome. Baskê meşê yê Qersê îro di danê sibehê de li navçeya Kopê ya Mûşê bi rê ket û derbasî navçeya Xinûs a Erziromê bû. Meşvan, di ketina navçeyê de ji hêla dayikan ve hatin pêşwazîkirin. Li navenda navçeyê meş hat lidarxistin û ji pêşengên gelê kurd Şêx Seîd hate bibîranîn.    ŞÊX SEÎD BI BÎR ANÎ   Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû li meydana navçeyê axivî û wiha got: “Em li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkrin. Îro salvegera erdhejê ye. Karesata ku îktîdarê di erdhejê de pêk anî ne tiştekî xwezayî ye. Destê îktîdarê xwînî ye. Dikarin bi pereyê ji bo şer xerc dikin re hemû bajaran jinûve ava bikin. Lê ne bi xema îktîdarê ye. Tekane tişta ku wan îktîdara xwe li ser ava kiriye, şer e, xwîn e. Em niha li bajarê Şêx Seîd in. Lewma ev meş gelek biwate ye. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me berdewam bike.”    Endamê DÎK’ê Mahmût Taniş jî ev tişt anî ziman: “Ziman û çanda me qedexe kirin lewma Şêx Seîd serî hilda. Şêx Seîd, tu cihêkarî di navbera gelan de nekir. Lê serhildan bi ser neket. Em wan kesên xiyanet li wî kirine şermezar dikin. Birêz Ocala ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Her wiha Ocalan jî rastî xiyanetê hat û dîl hate girtin. Divê em ji rêya Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Ocalan dernekevin. Em kurd in, ev welatê me ye û navê wê Kurdistan e.”    Piştî axaftinan, girseyê dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kir. Meşvan û kesên pê re piştre derbasî avahiya partiyê bûn.    GIMGIMIYAN MEŞVAN BI DILGERMÎ PÊŞWAZÎ KIRIN    Meşvan pişt re derbasî navçeya Gimgimê ya Mûşê bûn. Bi sedan kesan zincîra ji mirovan çêkirin û meşvan pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dowîzên li ser “Meşa Azadiyê” dinivîsandin hatin hilgirtin. Piştî silavdayîna demekî dirêj derbas bû. Her tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.    Parlamentera DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk a di meşa heta qada navçeyê berdewam kir de axivî, wiha got: “Meşa me ji bo aştiya gelan e.” Di daxuyaniyê de bi dirûşma “Bila bimre Komploya 15’ê Sibatê” bertek nîşanî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate dayîn. Meşvan pişt re derbasî avahiya partiyê bûn.