Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin 2024-02-06 12:43:11   ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi boneya yekemîn salvegera erdhejên navenda wan Mereşê de pêşnûmeya lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin û xwestin ku Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û têkildarî aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûne lêkolînê bike.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Seza Temellî bi boneya yekemîn salvegera erdhejên navenda wan Mereşê ji bo lêkolînkirina aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn pêşnûmeya lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin.    Serokwekîlan ji Serokatiya Meclisê xwestin ku lêkolîneke berfireh were kirin, databasa qeydên zarokên winda bê avakirin, sazî û dezgehên ku xemsarî û berpirsyartiya wan di bûyerên zarokên winda de heye bên tespîtkirin û ji bo dîtina zarokan jî çareseriyan bixin meriyetê.    ÇI BI ZAROKAN BÛ?   Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku ji roja ewil a erdhejê ve îxbarên “zarokên winda” hatine kirin û wiha gotin: “Gelek nûçe hatin weşandin ku îxbarên zarokên winda hene, zarok tên revandin, radestî kesên derveyî malbatên wan tên kirin, teslîmî weqf û cemaetên olî tên kirin. Koma Koordînasyona Sivîl a Karesat-Zarokan ku di mijara mafên zarokan ên li Tirkiyeyê de xwedî tecrûbe ne, piştî lêkolînê derxistin holê ku li ser medyaya dijîtal rastî gelek nûçe û îlanên têkildarî zarokên winda hatine û databasek amade kirin. Piştî erdhejê xebateke 2 mehan meşandin û li gorî daneyên wan, ji bo nêzî 670 zarokên winda serlêdan hatine kirin. Ev rapor bi raya giştî re parve kirin. Ev agahî tenê li ser medyaya dijîtal berhev kirin. Gotin ku di nava van lêgerînên wan de îlanên bi zimanên kurdî û erebî tune ne. Gotin ku dibe hejmara zarokên winda gelek zêdetir be.   MALBATÊN ZAROKÊN WINDA KOMELE AVA KIRIN    Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya nû Mahînûr Ozdemîr Goktaş jî gotibû ku zarokên winda tune ne, têkildarî zarokên xizmên xwe winda kirin jî ji roja destpêkê ve raya giştî hatiye agahdarkirin û tevahiya îdiayan derewand. Lê belê ji bo dîtina zarokên winda, malbatên zarokan Komeleya Piştevaniya bi Mexdûrên Erdhejê û Xizmên Windayan re (DEMAK) hate avakirin. Li gorî daxuyaniya DEMAK’ê, 38 jê zarok bi giştî aqûbeta 145 kesan nayê zanîn. Bi ser erdhejê re salek derbas bû lê hêj jî malbat li zarok û xizmên xwe yên winda digerin. Lê wezîr Goktaş îdia dike ku tu winda nînin.    DIVÊ MECLIS BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE   Ji bo lêkolînkirina îdiayên zarokên hêj ji roja ewil a erdhejê ve winda, yên derheqê wan de îlana windabûnê hatine dayîn, yên bêrefeqet mayîn, yên radestî malbatên ‘parastvan’ û cemaet û terîqetan hatine kirin, yên îxtîmala wan a revandinê heye, yên di bin parastina dewletê de, yên jiyana xwe ji dest dayîn û yên li goristanên bêkesan hatine veşartin, divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire, lêkolîn bikre û raya giştî agahdar bike.”