Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn 2024-02-06 12:26:46 STENBOL - Li dijî noxteya polîsan a li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.    Li dijî noxteya polîsan a li ber Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê êrişeke çekdarî pêk hat. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê polîs 6 kes birîndar bûn. Gelek tîmên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin. Ketin û derketina edliyeyê hate qedexekirin.    WEZÎR DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku 3 jê polîs 5 kes birîndar bûne. Yerlîkaya, da zanîn ku her du kesên jiyana xwe ji dest dane kesên ku bi çekan êrîşî noxteya polîsan kirine ne.    Yerlîkaya yê pişt re daxuyaniyeke nû da, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane endamên DHKP/C'ê E.Y. û P.B. ne.