Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan 2024-02-06 12:18:10 ÊLIH - Girtiyê nexweş ên birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû tevî ku rewşa wan her ku diçe giran dibe jî nayên berdan. Berdana yek ji birayên hev Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta “gumana revînê” du sal in tê astengkirin.    Rewşa girtiyên nexweş ku berdana wan tê astengkirin û nayên dermankirin her ku diçe giran dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Birayên hev Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên di dîrokên cuda de li Êlihê hatin girtin, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nayên berdan. Her du bira tenê du ji wan girtiyên ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nayên berdanin.    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E    Yek ji birayên bi navê Emrah Nebîoglû ku di sala 2014’an de di çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de bi guleya ku li serê wî ketibû bi giranî birîndar bû û felç bû. Nebîoglû, tevî vê jî bi hinceta “gumana revînê” nayê berdan. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Nebîoglû de 7 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn û ev ceza niha li Dadgeha Bilind di asta lêkolînê de ye. Nebîoglu ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Xarpêtê tê girtin û ji hêla Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ve derbarê wî de ji sedî 94 rapora astengdariyê hatiye amadekirin, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên weke ji ketina taqetê, şemitîna çavan, jidestdana bihîstinê û tansiyona bilind hene. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandineke negirtî kirine jî bêencam mane.    JI SEDÎ 92 ASTENGDAR E   Birayê din Firat Nebîoglû jî neçar e ku di hefteyê de 3 rojan bikeve diyalîzê. Firat Nebîoglû yê li di sala 2015’an de li Êlihê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Tevî ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 11 sal û 7 meh cezayê hefsê lê hate birîn bi rêzê sirgunî Girtîgehên Êlih, Gumuşhane, Xarpêt û Amedê hate kirin. Nebîoglû yê niha li Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin, ji ber felca derbaskiriye ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Nebîoglû yê ji ber têrnekirina gurçikan neçare jiyana xwe girêdayî diyalîzê bidomîne, her wiha pirsgirêkên wî yên jidestdana bihîstin û dîtinê jî hene.   GIRÊDAYÎ DIYALÎZÊ DIJΠ   Firat Nebîoglû ji ber têrnekirina gurçikan sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hatibû kirin û nexweşxaneyê derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Saziya Tiba Edlî (ATK) jî derbarê Firat Nebîoglû de di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Her du gurçikên Firat Nebîoglû jî îflas kirine, her 4 serlêdanên ji bo neqilkirina gurçikan Nebîoglû hatin kirin jî bêbersiv man. 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya Tiba Edlî hema bêje bêyî ku nirxandineke klînîk bike tenê kurteya raporên kevin derxistiye û di 14’ê adara 2022’yan de ji bo tedawiya girtiyê nexweş biryara “dikare di girtîgehê de bê dermankirin” daye. Nebîoglû yê hefteyê du rojan dibin diyalîzê tevî ku donorê guncav hate dîtin jî sewqa wî ya nexweşxaneyê bêbersiv ma.    ‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BICIHBÎNE’    Apê Nebîoglû yên birayên hev Emîn Şahîn, diyar kir ku Emrah Nebîoglû li mala xwe jî bi alîkariya xwişk û birayên xwe dikarî jiyana xwe bidomîne û anî ziman ku ji roja hatiye girtin ve rewşa wî bêtir xerab bûye. Şahîn, bal kişand ku berdana biraziyê wî Emrah Nebîoglû bi hinceta “gumana revînê” heye ji 5’ê sibata 2022’yan ve tê astengkirin û wiha got: “Kesekî ku nikare pêdiviyên xwe jî bi cih bîne dê çawa bireve. Mayîna wî ya li Mûglayê û girtina wî ya pişt re weke hinceta revînê tê nîşandan. Ev edaleteke çawa ye. Mirovekî bifelc ku têkoşîna jiyanê dide bi awayekî bêhiqûqî tê ragirtin.” Şahîn, destnîşan kir ku rewşa biraziyê wî her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe û bang kir ku divê demildest were berdan.   BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR   Şahîn, bi lêv kir ku rewşa Firat her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û piştî Dadgeha Destûra Bilind xala “Tevî ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” a TCK’ê betal kir serî li dadgehê dane û li bendê ne ku Firat were berdan. Şahîn anî ziman ku jiyana her du birayan her roja diçe dikeve xetereyê û di mijara girtiyên nexweş de banga hestiyariyê li raya giştî kir.