Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e 2024-02-06 11:17:29   ENQERE - Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê li ser xistina parlamenteriya Can Atalay ku ew jî wekî wê niha girtî ye, wiha got: “Ev mesele ji kesan wêdetir e, ev mesele meseleya wê yekê ye ku AKP dixwaze faşîzmê saziyî bike. Ji bo vê jî ne tu yan jî ne ez, divê em hebe.”   Parlamenteriya Can Atalay hate xistin ku gelê Hatayê ew hilbijartibû. Parlamenteriya we jî hatibû xistin. Hûn wek keseke ku gel we hîna wek îrade dibîne, gava ku we ev pêvajo ji girtîgehê temaşe kir, çi hest bi we re çêbûn?   Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Can Atalay piştî ku biryara îhlalê ya Dadgeha Destûra Bingehîn ji hêla Daîreya Cezayê ya 3’yemîn ya Dadgeha Bilind ve nehate naskirin, di 30’ê Çileyê de parlamenteriya wî hate xistin. Xistina parlementeriya Can Atalay ji hêla saziyên hiqûqê û derdorên din ve wek “darbeyeke sivîl” hate nirxandin.   Em li ser xistina parlamenteriya Can Atalay bi Hevseroka KCD’yê re axivîn ku parlementeriya wê jî di 4’ê Hezîrana 2020’an de hatibû xistin û ji 2022’yan ve ye jî girtî ye.   Tevî kaos û qeyranên ku Tirkiye tê de ye, ez hêvî dikim hêja Can baş û tendurist e. Ez bi germahiya hevaltiyê silav û hezkirinên xwe jê re dişînim. Ji ber ku kesên ku jiyaneke asayî qebûl nakin û derdên gel ji xwe re dikin xem û li pey heqîqetê diçin, mihtemel e ku ev astengî derkevin ser rêya wan. Mala wan kesan ava be ku tevî hebûna deshilatdariya AKP’yê ya paşverû, tarî, destpot, neteweperest û zayendperest, tu carî gavan paşve naavêjin û ya ku ji wan re rast e, bi wêrekî tînin ziman û dikarin bibin xwe! Mala hêja Can jî ava! Belê, di 30’ê Çileyê de em dîsan û ji nû ve rastî darbeya siyasî ya AKP’yê hatin. Hêja Can ku bi îradeya gelê Hatayê yê birîndar hatibû hilbijartin,  parlementeriya wî hate xistin. Bekir Bozdag ku berpirsyarê bicihkirina bêhiqûqiyên AKP’yê ye, mîna robotan peywira ku bi wî hatibû spartin, di nav dengên prostetoyan ên parlementerên mixalif de peywira xwe bi cih anî û bîeta xwe tescîl kir.     Can Atalay li ba hemû mezlûmên ku têkoşîna hiqûqê didin sekinî, lewma ev hezkirin û rêz bi dest xist û di nav dilê gel de cihê herî xweşik girt.   Ev miamele ji ber ku Erdogan xwest hat kirin û tenê prosedureke teknîk e. Can Atalay bi sîfetê xwe yê parêzerê gel, pir ji zû ve sîfetê wekîlê gel jî heq kiribû. Mirov dikare di siyasetê de were meqameke diyar û dikare ji bo parastina wê her cure tevgereke derveyî exlaqê nîşan bide. Lê belê bidestxistina hezkirin û meyla gel, rewşeke din e. Belê, Can Atalay li ba lihemû mezlûmên ku têkoşîna hiqûqê didin sekinî, lewma ev hezkirin û rêz bi dest xist û di nav dilê gel de cihê herî xweşik girt. Bê guman ez wek keseke ku eynî bêhiqûqî jê re hatiye kirin, bi hêrs im. Ez bi hêrs im, ji ber ku me nekarî em siyaseteke civakparêz bi temamî mezin bikin, me nekarî em eniya mixalif bi hêz bikin, me nekarî em her cure darbeyên AKP’yê bişikînin. Lê belê ez meraq dikim bê ka gelo çima ew kesên ku îro dengê xwe bilind dikin û dibêjin “Ev yek nayê qebûlkirin”, duh bêdeng man.   Di sala 2018’an de dema ku hûn di girtîgehê de bûn, hûn li Colemêrgê wek parlamenter hatin hilbijartin. Tevî vê yekê hûn heta 7 mehan nehatin berdan. Hûn dikarin ji me re behsa wê heyama xwe bikin?   Yek ji mijarên ku AKP tê de jêhatî ye, ew e ku hemû bêhiqûqiyan xwezayî dike û dike ku civak pê qanî bibe. Van tiştên derqanûnî ewil li ser kurdan diceribîne û li gorî bertekan jî li ser mixalifên din, yanî li ser kesên din diceribîne ku wekî wan nafikirin. Di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2028’an de bi namzetiya partiya me HDP’ê ez wek parlamenterê Colemêrgê hatim hilbijartin. Ez wê demê li Girtîgeha Amedê bûm. Parêzerên min bi mezbeteya min serî li dadgehê dan. Lê belê hemû daxwazên berdanê hatin redkirin. Di rûniştina meha tîrmehê de dadgehê biryara berdana min da. Ez hatim qawîşê û min xatir ji hevalên xwe xwest. Dema ku min xwe hazir dikir ku ez di cihê bêhnvedanê de axaftina xwe ya xatirxwestinê bikim, gardiyan hat û got “Parêzerê te hatiye dîtina te”. Wek berteka xwe ya ewil min got “Gelo li dijî berdanê îtirazek çêbûye?” Eynî wisa çêbû.    Atmosfera wê demê çawa bû, li gorî we bertekên pêwîst hatin nîşandan?   Ji ber ku di qada têkoşîna siyasî de gelek kêmasî hene, partiyeke wekî AKP’yê welêt bi rê ve dibe. Ev ne serkeftina wan e, ji ber wê yekê ye ku hêzên mixalif parçe parçe ne. Kesên ku ji hêla desthilatdariyê ve wek parçeker, xayîn, marjînal û bêdîn tên dîtin û pileya wan bo terorîstiyê tê bilindkirin, rastî eynî darbeyan tên, eynî zilmê dibînin. Lê belê em bi awayekî lokal û belawela tê dikoşin. Bi gotineke din, xeta êrişkirinê yek e, lê xeta parastinê parçe parçe ye. Ji ber ku em nikarin yekîtiya kirin û gotinê çêkin, em her roj bi darbeyeke nû çavên xwe ji rojê re vedikin.  Rejîma qeyûman û politikaya tecrîdê şênbertirîn mînaka vê yekê ye. Ji bo ku mirov bibêje tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, hewce nake ku ew tecrîd li kesekî bê kirin ku ji taxa mirov be. Çinku ev çaverêkirina bêbertek wisa dike ku bi demê re mirin çêbe, wisa dike ku cudabûneke kûr çêbe û her kes ji bo derdê xwe bigirî. Ev yek jî zerarê dide ruhê me yê civaka rêxistinkirî ya kolektîf. Di atmosfereke wiha de tevî ku ez hatim hilbijartin, ez 7 mehan girtî mam.     CHP’ê hem rê li ber darbeya 4’ê Mijdarê hem jî rê li ber darbeyên din ên siyasî vekir. Lê me tu carî hêviya xwe ji dest neda. Eger jiyan hebe, hêvî jî heye.   Di 4’ê Hezîrana 2020’î de parlementeriya Musa Farisogullari û parlementeriya parlementerê CHP’yê Enis Berberlioglu hate xistin. Me di vê pêvajoyê de jî kes li ba xwe nedît. Ji bilî tevgera me ya siyasî û saziyên me rojeveke wiha ya tu kesî tune bû. Hiqûqnasan jî xwe ji şirovekirinê dûr girtin. Berteka ku CHP ji bo Can Atalay nîşan dide, ez bi kêfxweşî temaşe dikim. Ji ber ku wê demê gava ku behsa vê mijarê dikir, tenê navê parlementrê xwe digot, xwe dûr digirt ku behsa me bikin. Ji ber ku feraseta ku di serê wan de heye, feraseteke wiha ye: “Eger ew parlementer bin jî, sûcdar in.” Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, gava ku gelên ku mafên wan tên zeftkirin, rastî zilmê tên, rastî tundûtîjiya cudaxwaz û nijadperest tên, mirov bê ku li rengê wan, li zimanên wan, li baweriya wan û li nasnameya wan binêre, mirov li ba wan dibe. Wekî ku îro partiya me DEM Partî dike, di refa herî pêş de û bi gotinên karîger dikare berteka xwe nîşan bide. Tevgera siyasî ya kurdan di salên 1990’î de darbeya ku di 2’yê Adarê de li dijî parlmenterên DEP’ê hate kirin, ji wê demê ve bi awayekî zincîreyî rastî vê yekê tê. Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li dijî HDP’yê jî berdewamiya vê yekê bû. Mixabin CHP’ya ku ji bo bêhiqûqiya ku li dijî Can Atalay tê kirin, bertekê nîşan dide, wê demê digot “Li dijî Destûra Bingehîn e, lê em ê ji rakirina parêzbendiyan re bibêjin belê” û bi vê yekê hem rê li ber darbeya 4’ê Mijdarê hem jî rê li ber darbeyên din ên siyasî vekir. Lê me tu carî hêviya xwe ji dest neda. Helbet em ê rojekê bikarin dengê xwe rasterast bigihînin gelên Tirkiyeyê. Eger jiyan hebe, hêvî jî heye.Hetta hin caran eger jiyan tune be jî, hêvî di bin axê de di tov de dijî.   Hûn îtîraz, çalakî û bertekên ku ji bo Can Atalay tên kirin, çawa dinirxînin?   Rastiyek heye ku dibêje “Hevkêşeya ku çareser neke, kilît dike.” Destûra Bingehîn ku berhema zihniyeta darbekar a faşîst a 12’ê Îlonê ye, hîna di meriyetê de ye (lê ew jî nayê cihbicihkirin). Her çend her desthilatdar madeyên wê yên ku di lehe wê de ne revîze dike jî, lê ev destûra bingehîn hîna jî heye. Qeyranên kûr ku ji bilî çend sermayedaran hemû beşên din ên civakê di nav de ne, berdewam dikin û her ku diçin belav dibin. Her cure bêhiqûqiyên ku ji salên 1990’î ve li tevgera siyasî ya kurdan tên kirin, îro li hemû beşên mixalefetê tên kirin. Kesên ku li hember bêhiqûqiyên ku li kurdan dihatin kirin xwe li mirinê datanîn, tevî ku ne bes be jî, îro hin bertekan nîşan didin. Gotina ku herî zêde dibêjin jî “Mesele ne meseleya Can Atalay e.” Em jî ji wan re bi zimanê xwe dibêjin “Rojbaş!”     Pêwîstî bi polîtikayên wisa heye ku qedrê didin jiyana gel. Divê mirov hemû beşên civakê beşdarî çalakiyên bêîtaetiya sivîl bike ku di her qada jiyanê de dikarin bêne kirin.   Ev mesele ji kesan wêdetir e, ev mesele meseleya wê yekê ye ku AKP dixwaze faşîzmê saziyî bike. Bo nimûne ew îdeala AKP’yê ya ciwanên “dîndar û kîndar” welêt gav bi gav ber bi şerîetê dibe, ber bi pergaleke wisa dibe ku dijminê jinan e. Mesele ew e ku li Tirkiyeyê di çavkaniya darbeyên leşkerî û siyasî de, di çavkaniya gendelî, qedexekarî, feqîrî, sefalet û her cure newekheviyan de pirsgirêka kurd heye ku nayê çareserkirin. Lewma çênabe ku mirov vê pirsgirêka bingehîn nebîne û ne rast e ku mirov bibêje “Welatî her roj birçî ne!” Gava ku teşxîs şaş be, derman jî encamekê nade. Êdî em hatine qonaxeke wisa ku kesên ku duh ji jor ve bi pêşqebûlan li me dinêrî, îro bi findan li heq, hiqûq û edaletê digerin. Xwezî em ev qas dereng nemana.   Bê guman em dikarin bi xeteke karîger vê valahiyê tijî bikin. Ji bo vê jî ne tu yan jî ne ez, divê em hebe. Pêwîstî bi polîtîkayên lîberal û dewletparêz tune ye, pêwîstî bi polîtikayên wisa heye ku qedrê didin jiyana gel. Divê mirov hemû beşên civakê beşdarî çalakiyên bêîtaetiya sivîl bike ku di her qada jiyanê de dikarin bêne kirin. Ji bo ku peyv dîsan bikare wateyê bi dest bixe, divê mirov wêrekane biaxive. Du serhildan çêbûn ku kîmyaya AKP’yê xera kirin: Gezî û Kobanê. Lewma dozên Gezî û Kobanê ji bo tolhildanê hatin hazirkirin. Her kes vê rastiyê dizane, lê zanîn têrê nake. Divê mirov van dozên komployên siyasî pûç bike. Eger milyonan bigota “Ez jî xwe îxbar dikim” û serî li dozgeran bidaya, wê demê çi dibû? Jixwe ev jî rastiyek e ku em hemû li Geziyê bûn û ji bo Kobanê em li ser sînoran û li kolanan bûn. Di vê cîhanê de ku teknolojî bi leza tîrojan pêşve diçe, ez wisa difikirim ku çalakî û xwerêxistinkirin ji her demê rehettir e. Mirov dikare reqsa jinan a “Las Tesis” û çalakiyên cotkaran ên li Ewropayê zêde bike. Ya girîng ew e ku mirov peywirê bide civakê, bikare pêşengtiyeke rast bike û “ruhê civakê yê esîl” derxe meydanê. Em ê jî ji bo derbaskirina kiryarên AKP’yê û ji bo rojên xweşiktir û siberojên ronak têkoşîna xwe bidomînin. Bila nezanî, tirs û tundûtîjî bi dawî bibe; bila hişmendî, exlaq, bawerî, berxwedan û ked bibe ya me.     MA / Dîcle Muftuoglû