Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin 2024-02-06 10:25:56   RIHA - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak bi hincetên parvekirinên medyaya dîjîtal li navçeya Hewagê hate binçavkirin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kemal Çakmak bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li gundê Atguden ê navçeya Hewag a Rihayê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Çakmak, birin miduriyeta polîsan a navçeyê. Hate îdiakirin ku Çakmak bi parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtalê “propagandaya rêxistinê” kirine.