Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin 2024-02-06 09:05:58   WAN - Rojnameger Kakşar Oremar destnîşan kir ku kurdên kirdeya têkoşîna li dijî rejîma Îranê ne, bi darvekirinê re rû bi rû ne û got: “Çalakiyên ku ji aliyê girtiyên kurd ve tên destpêkirin û çalakiyên şoreşgerî yên bi pêşengiya jinan, rejîma Îranê ditirsîne."    Li Îranê îşkence, muameleya xerab, zextên siyasî û darvekirin roj bi roj zêde dibin. Bi taybet piştî çalakiyên bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê ku piştî Jîna Emînî li navenda binçavkirinê ya li Tehranê di 16'ê Îlona 2022'an de hat qetilkirin dest pê kirin, darvekirin zêde bûn. Li gorî daneyên Hengaw ku di warê mafên mirovan de li welêt dixebite, di sala 2023’yan de bi giştî 829 girtî li girtîgehên cur bi cur ên Îranê hatine darvekirin ku 6 ji wan bi eşkere li ber çavê raya giştî hatin kirin. Herî dawî di 29’ê Çileyê de 4 girtiyên kurd ên bi navê Mohsen Mazlûm, Mihemed Feramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.   Rojnamevan Kakşar Oremar ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li qadê dixebite, li ser polîtîkaya darvekirinê û geşedanên rejîmê axivî.   ‘HÎMÊ REJÎMÊ HEJIYA'   Oremar diyar kir ku bi çalakiyên ku piştî qetilkirina Emîniyê dest pê kirin hîmê rejîmê hejiya û li dijî vê yekê polîtîkaya darbeya sivîl ket meriyetê. Oremar got: “Berxwedana ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, hîmên rejîma 45 salî hejand. Beriya vê jî li dijî rejîmê her tim serhildan û nerazîbûn hebûn. Lê vê carê jin pêşengiya berxwedanê kirin. Di dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî'yê de felsefeyeke kûr hebû û bi vê felsefeyê kurdan di sala 2011'an de li Rojava statuyek ava kir. Dîsa serkeftina şerê li dijî Tirkiyeya endamê NATO’yê li Bakurê Kurdistanê, rejîma Îranê tirsand. Her ku wateya felsefeya 'Jin, jiyan, azadî'yê kûrtir bû, rejîmê siyaseta wêrankirin û kuştinê meşand, lê dîsa jî nikaribû pêşî li ber vê felsefeyê bigire ku negihêje gel."    Oremar anî ziman ku di darvekirinan de hinceta "jiyînê" hatiye bikaranîn û got ku di bin navê îslamê de hewl didin komkujiyan rewa bikin. Oremar da zanîn ku rejîma di sala 1979’an de bi pêşengiya Ayetullah Xumeynî hat ser desthilatdariyê, dema ku desthilatdarî bi hêz bû, li bajarên kurdan serî li komkujiyan da û got: “Di mehekê de zêdetirî 100 kurd îdam kirin. Heman senaryo her tim dubare dibe. Ev ji bo gelên din tirsnak e. Îran hemû kîna xwe li ser kurdan dibarîne. Ji ber ku kurd pêşengiya serhildana li dijî vê rejîma zalim dikin. Zêdeyî nîvê girtiyên di girtîgehan de kurd in. Piraniya girtiyên ku hatine darvekirin kurd in. Zêdeyî ji sedî 80'yê girtiyên li girtîgehên Urmiye, Tehran, Tebrîz, Kirmaşan û Sine ku girtiyên siyasî lê ne, kurd in. Li welat darvekirin zêde dibin, lê ev ne pirsgirêka îro ye, 45 sal in kurd tên darvekirin. Li gorî salên berê, niha kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çalak in û li ber xwe didin. Zextên li Îranê ji berê zêdetir bûne. Hewl didin pirsgirêkên heyî, krîza aborî jî di nav de, bi kuştina kurdan çareser bikin.”   ‘TÊKOŞÎNA WAN DITIRSÎNE'   Oremar bilêv kir ku armanca rejîmê bi darvekirinê tirsandin û tepisandina civaka kurd e û got: “Kurd 45 sal in li Îranê hem di warê leşkerî û hem jî di warê siyasî de têkoşîneke mezin a azadiyê didin. Her ku ev têkoşîn bi pêş dikeve, rejîm her cure polîtîkayên bêexlaqî dimeşîne. Çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku êdî nayê qebûlkirin. Kurd çalakiyên wekî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û girtina derbaeyan li dar dixin. Felsefeya birêz Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Îran bi hinceta ‘sîxurtî ji bo Îsraîlê kirine’ kurdan bi darve dike. Lêbelê, wan heta niha yek delîl û belgeyek li ser vê yekê pêşkêş nekirine. Bi rastî ew ji têkoşîna kurdan ditirsin û serî li rêbazên wiha bêexlaq didin. Grevên birçîbûnê yên girtiyên kurd ku îro rejîma Îranê ditirsîne, çalakiyên şoreşgerî ne ku bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin."   ‘PÊVAJO GUHERÎ, WEZIYETA KURDAN GIRÎNG E'   Oremar diyar kir ku di demên dawî de li Îranê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku qada navneteweyî meraq dike ku kurd dê di vê pêvajoya nû de çi rêyê bişopînin. Oremar got: “Bi kuştina 3 leşkerên Amerîkî û birîndarkirina nêzî 30 leşkeran di êrişa li dijî baregeheke Amerîkî ya li Urdunê pêvajoyeke nû dest pê kir. Vê yekê metirsiyek cidî ya êrişa li ser Îranê çêkir. Îran ji tirsa dibêje 'min nekiriye' lê ya ku ferman daye dewleta Îranê ye. Hemû çalakiyên terorîstî rasterast ji aliyê Îranê ve tên kirin. Xuya ye ku Îran dê êrişên xwe bidomîne. Welatên din ên cîhanê dê çi rêyê bişopînin? Di vê pêvajoyê de wê kurd li kîjan rêyê bimeşin? Çar parçeyên Kurdistanê wê li hemberî vê rewşê çawa tevbigerin? Hîn jî meseleya meraqê ye. Lê em vê rewşê bi zelalî dibînin; rejîma Îranê di siyaseta derve de statuya xwe tine kiriye. Bi taybetî di warê aborî û siyasî de welat di krîzeke giran de ye. Gel êdî vê rewşê qebûl nake. Kurd di siyasetê de jî xwedî cihekî cidî ne û cihê xwe diparêzin. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê li Îranê ji kurdan li benda hêviyeke mezin in."    ‘BERXWEDAN DIDOME'   Oremar bal kişand ser wê yekê ku berxwedana kurdan a li dijî rejîmê dewam dike û wiha dewam kir: “Gelê Azerbaycan û faris têra xwe piştgiriyê nadin. Li Îranê gelê herî berxwedêr gelê kurd e. Ger gelên din jî dengê xwe bidana, wê şoreş zûtir pêk bihata. Pêwîst e her kes dengê gelê kurd bibihîze. Bi taybetî jî li dijî darvekirinên derveyî hiqûqê divê dengê xwe bilind bikin. Di van demên dawî de mirina 4 ciwanên ku hatin darvekirin windahiyeke mezin bû. Her kes vê rewşê şermezar û lanet dike. Li hemberî vê feraseta ku zilmê li gelê kurd dike, dê gelê me heya dawiyê li ber xwe bide.”   MA / Hakan Yalçin