Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin 2024-02-06 09:03:36   STENBOL - Aydin Aydogan ê di erdhejê de xizmên wî jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû ku ÎHA û SÎHA di dema erdhejê 6'ê Sibatê de dîmen ranegihandine. Piştî vê Selçûk Bayraktar giliyê wî kiribû û ji ber vê doz hatibû vekirin. Dadgeheke ku li doza der barê Aydogan de binêre nehat dîtin.    Di ser erdheja navenda wê Mereş re ku di 6'ê Sibata 2023'yan de çêbû û bû sedema mirina bi deh hezaran kesî, salek derbas bû. Aydon Akdoganê ku li Meletiyê gelek xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku wê demê nikaribûye xwe bigihîne xzimên xwe rexne li desthilatê anîbû ku çima Amûra Hewayê ya Bêmirov (ÎHA) û Amûrên Hewayê yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) dîmen negirtine. Ji ber vê zavê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan Serokê Lijneya Rêveberiya Baykar Teknolojiyê Selçûk Bayraktar bi rêya parêzerên xwe giliyê Aydogan kiribû. Piştî vê giliyê doz li Aydogan hatibû vekirin. Bayraktar îdia kiribû ku Aydogan bi parvekirina xwe ya li ser medyaya sanal mafên wî yên kesane biçûk xistiye û heqaret lê kiriye. Bayraktar doza 150 hezar TL tazmînata manewî kiribû.    Piştî gilîkirin doz ewilî ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 30'yemîn a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin, lê di 17'ê Cotmeha 2023'yan de ji ber usûlê hatibû redkirin û biryar hatibû girtin ku ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya Bakirkoyê re bê şandin. Lê Dadgeha Nobedar a Asliye Hiqûq doz ji Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 16'an re şandibû û bi biryara nerayeyê ji Dadgeha Îdare ya Herêmê re hatibû şandin.    Çendî salek di ser dozê re derbas bûye jî, hê dadgeheke ku li dozê binere nehatiye dîtin.    Aydogan têkildarî mijarê axivî. Aydogan bal kişand ser bêpêwendîdanîna di dema erdhejê de û got ku ji ber vê du rojên ewil ên erdhejê xwe negihandiye malbata xwe. Aydogan diyar kir ku wê demê li ser medyaya sanal dîtiye ku Selçûk Bayraktar parve kiriye ku ji roja ewil a erdhejê ve pêwendî bi ÎHA û SÎHA'yan tê pêkanîn û got ku piştî vê wî jî li hemberî vê tiştek parve kiriye.    Aydogan diyar kir ku piştî vê parvekirinê di 25'ê Sibatê de Midûriyeta Polîsan a Beşîktaşê jib o îfadeyê gazî wî kiriye û gava çûye pê hesiyaye ku Bayraktar li hemberî doza tazmînatê vekiriye.    'AKP DARAZÊ WEKÎ ÇEKÊ BI KAR TÎNE'   Aydogan destnîşan kir ku ji ber nasnameya wî ya muxalf doz lê hatiye vekirin û got: "AKP, darazê wekî çekê bi kar tîne û dixwaze mirovan bitepisîne."    Aydogan destnîşan kir ku dê li hemberî dozê di çaçroveyeke qanûnî de bitêkoşe û got: "Mirov mirin. Ger dadgeh cezayekî wiah bibire, dê Tirkiye di warê hiqûqê de bibe cihekî guhnedêr."    MA / Îbrahîm Irmak