Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e 2024-02-06 09:02:36   STENBOL - Malbata Ekrem Gun ê ku ji aliyê kesê li qawîşa li kêleka ve bi kuştinê gef lê hat xwarin, der barê jiyana zarokê xwe de bi fikar e. Malbatê diyar kir ku ger tiştek bê serê kurê wan berpirs Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê ye.     Girtiyê siyasî Ekrem Gun ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 ya Bandirmayê ji aliyê kesê bi navê Îsmet Ozdemîr ve ku 2 meh berê ew biribûn qawîşa nêzî wî, bi kuştinê gef lê hat xwarin. Vî kesî wiha gef li Gin xwarib: “Ji bo ku te bikujim ez anîme vir. Ez ê te bikujim. Loma jî te naşînin girtîgeheke din. Ez ji bo te anîme vir." Parêzerên Gun çend roj berê vê bûyerê biraya giştî re parve kiribûn.    Gun ku cezayê muebbeda giran lê hatiye birîn û 8 sal in di girtîgehê de ye, di hucreya yek kesî de tê girtin.   Malbata Gun ku îdarey girtîgehê sûcdar dike ku çendî rewş hatiye ragihandin jî tiştekî nake. Malbat ji ber jiyana Gun bi fikar e.    Dayik Zelîha û bav Beşîr Gun ku têkildarî mijarê bi MA'yê re axivîn, diyar kirin ku tu ewlehiya jiyanî ya kurê wan tune ye.    Dayik Zelîha Gunê bilêv kir ku li ser cama hucreya ku kurê wê lê ye "sê hîlan" hatine xêzkirin û wiha got: "Dema kurê min dibînin îşaretên gurê boz çêdikin. Îsmet Ozdemîrê ku li qawîşa li kêleka ya wî hatiye bicihkirin gotiye, 'Min gelek kes kuştine. Ji bo ez te bikujim ez anîme vir.' Hem dozger hem jî midûrê girtîgehê vê rewşê dizanin. Gardiyan bi xwe jî gefê li kurê min dixwin."    ‘EZ DITIRSIM KU KURÊ MIN BIKUJIN'   Dayika Gunê anî ziman ku kurê wê ji ber ku ewlehiya wî ya jiyanş tune ye, axwaze dekreve korîdorê û got ku ew ditirse ku ev gef pêk bên. Gunê got: “Ez ditirsim kurê min bê kuştin. Çima dixwazin kurê min bikujin? Nêzîkî salekê ye di hucreya yekkesî de tê girtin. Bila wî ji wir derxin. Eger tiştek biqewime berpirs Wezareta Dadê, dozgerê girtîgehê û gardiyan in."   ‘EZ DAYIK IM'   Dayika Gunê anî ziman ku ji bo ku xeberê ji kurê wê negirin girtiyên din ên siyasî yli qawîşine din bi cih kirine û got ku ji ber fikaran hefteyek e nikare tiştekî bixwe û xew bi çavê wê nakeve. Gunê wiha axivî got: “Ez dayik im. Ger hewce bike ez ê biçim girtîgehê û li wir xwe bi benzînê bişewitînim. Divê wî Îsmet Ozdemîrî ji wir derxînin û bibin cihekî din."    Bav Beşîr Gun jî got: “Kesê ku bi qesdî li kêleka kurê min hatiye bicihkirin, gefan lê dixwe. Heta rêveberên girtîgehê jî bi kuştinê gefê lê dixwin. Bi hezaran girtiyên mîna kurê min hene. Ew jî kurên min in û gefên wiha li hemûyan tê xwarin."    Bav Gun bang li raya giştî kir ku li dijî vê zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bike.   MA / Omer Îbrahîmoglû