Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin 2024-02-06 08:43:28 HATAY - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ky di merasîma bîranîna erdheja ya li Hatayê de axivî, diyar kir ku ew ê Antakyayê ji nû ve ava bikin û lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin. Li Hataya ku di erdheja 6'ê Sibatê de ya navenda wê Mereş, bi hilweşandineke mezin re rû bi rû ma, di saet 04.17'an de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li Koprûbaşiyê bi hezaran kes hatin cem hev. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatimogullari, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên sivîl jî dı biranön de amade bûn.    Di bîranînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bahûr hatin şewitandin. Piştî bîranîna li vir hat lidarxistin, girse derbasî qada ku Apartmana Rana lê bû. Qad ji aliyê polîsan ve bi barîkatan hat dorpêkirin û destûr nehat dayîn girse têkeve qadê. Ji bo bîranîna kesên li Apartmana Ranayê jiyana xwe ji dest dan, li ser kavilên avahiyê mûm hatin pêxistin. Gelek caran dirûşmeya "Em ne ji bîr dikin, ne efû dikin û ne jî helal dikin" hat berzkirin.    ‘SALEK DERBAS BÛ HÊ JÎ DEWLET TUNE YE'   Hevseroka Giştî ya DEM partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo mexdûrên erdhejê sersaxî xwest. Hatîmoûllari got: “Salek derbas bûye, lê hê jî dewlet tune ye. Kesên ku hewl didin jiyana xwe bidomînin hê jî ji ber êşê diperpitin. Duh Serokkomar bi gotina xwe, "Me bi zanebûnî alîkarî ji Hatayê re neşand." Xelkê Antakyaya kevnar bi mirinê re rû bi rû hat hiştin. Em ê tu carî ji bîr nekin, em ê tu carî nedin jibîrkirin."    Hatîmogûllari anî ziman ku ew ê li herêmên erdhejê jiyanê ji nû ve ava bikin û got: “Şahbanûya Rojhilatê Antakya çawa 7 caran xwe ji nû ve ava kiribe, em ê careke din jî bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Li ser wan kesên ku hîn nehatine dîtin di televizyonan de axaftinên dirêj hatin kirin. Mixabin daxwaza me ya avakirina komîsyonek ji bo kesên li windayên xwe digerin, bi dengê desthilatê û hevkarên wê hat redkirin. Lê belê heta ku winda bên dîtin em ê lêgerîna xwe bidomînin."   LI SAMANDAGIYÊ BÎRANÎN   Her wiha kesên di erdheja li navçeya Samandag a Hatayê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin bibîranîn.