'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin 2024-02-05 22:52:18   ŞIRNEX – Meşvanên "Meşa Azadiyê ya Mezin1 li Şirnexê li 6 taxan bi welatiyan re hatin cem hev. Onûr Duşunmezê ji DEM Partiyê ku li vir axivî, bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 25 salan û got: "Eger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin. "   "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd ji du milan ve hatibû destpêkirin, milê wê yê Wanê îro gihaşt Şirnexê. Girseya ku di nav de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û saziyên sivîl di nav de, li navenda bajêr meşiya û serdana dikandaran kir. Şandeyê li navenda Şirnexê li 6 taxan li malan civînên gel pêk anî.   'KURD BI SAYA BIRÊZ OCALAN BÛN XWEDÎ HÊZ'   Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê ku di civîna gel de axivî, anî ziman ku gelê Şirnexê bi xweş ew pêşwazî kirine û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku şirnexî kişandine. Aydenîzê destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan û çewisandin û zextan jî ev gel xwedî li nasnameya xwe, niajda xwe û azadiya xwe derdikeve.    Aydenîzê bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha tê tecrîdkirin û got: "Çima di vê tecrîdê de ev qasî israr dikin? Çima ev qas polîtîkayên dijminane û asîmlasyonê pêk tînin? Ji lew re gelê kurd bi saya birêz Ocalan bû xwedî hêz û dest bi têkoşînê kir. Îro ro em xwedî gelek saziyan e. Em kurd têkoşîna xwe didomînin. Sedema vê tecrîda giran ev e. Desthilat naxwaze demokrasî bê Tirkiyeyê û yekîtî çêbibe û naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu û bi zimanê xwe bijî. Lewma vê tecrîd ew qasî giran dikin û pêwendiya birêz Ocalan a bi gel re qut dikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ehr diçe girantir dibe. Naxwazin dengê birêz Ocalan bigihê gel. Ger birêz Ocalan baixive û hevdîtin çêbibin, em bawer dikin ku dê di warê demokrasiyê de tiştên pir xweş çêbibin. Di eşrt û mercên Îmraliyê de bi dehan pirtûk nivîsandin, pirtûkên wî belav bûn. Nivîskar û akadmeîsyen fêm kirin ku çareya krîzên Tirkiyeyê Abdullah ocalan. Li Tirkiyeyê çi qas bêhiqûqîtî hebe sedema wê neçareserkirina emseleya kurd e. Naxwazin vê meseleyê çareser bikin, lewma tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin. Beriya 2015'an rewşa Tirkiyeyê çawa bû, piştî 2015'an çawa bû? Li holê ye. Îro li Tirkiyeyê berberîbûnêd ixin nava gelan, aborî xera dibe. Ji lew re hemû aboriya xwe ji bo şer, ji bo tanq û topan xerc dikin. Ew bi xwe fiyetê fîşekan dibêjin. Heqê kedkaran ji bo şer û topan xerc dikin. Vî şerî li hember kê dikin? Li hember kurdan û zimanê kurdan dikin."    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û NOBEDÊN EDALETÊ   Aydenîzê ku got: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatabê yekemîn Abdullah Ocalan e, lewma divê azad bibe" anî ziman ku ji bo vê jî dest bi meşê kirine. Aydenîzê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin û Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê ​​hatine destpêkirin û wiha got: “Her tim dema ku siyaset li derve tê astengkirin û agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin girtî dikevin dewrê. Ji bo ku Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe di greva birçîbûnê de ne. Dayikan dest bi Nobeda Edaletê kir. Parêzerên cîhanê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Her kes dizane ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurd di destê Abdullah Ocalan de ye."   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Piştî Aydenîz Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tu mafên wî nayên qebûlkirin û wiha got: "Ew jî dizanin ku ger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman, dê hemû pirsgirêk dê çareser bibin. Lê naxwazin pirsgirêk bên çareserkirin."   Duşunmez diyar kir ku wan ji bo gelê kurd meşek li dar xistiye û destnîşan kir ku divê her kesê ku dibêje "Ez kurd im" piştgiriyê bide vê meşê û dengê xwe bilind bike. Duşunmez bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.    Duşunmez bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 25 salan û got: "Eger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin."