Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr 2024-02-05 17:16:21   AMED - Nazmetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk dihat li nava bajêr tûr avêtin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê namzetên hevşaredariyê dan nasîn. Li gundê Tilelo yê girêdayî Sûrê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr bûn.      Dema konvoya di kolanên Amedê re derbas bû strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” lê xist. Welatiyên li derdorê bi îşaretên serkeftinê konvoy pêşwazî kirin. Gelek welatî di paceyên malên xwe de li gel stranên dihatin lêxistin stran gotin û îşaretên serkeftinê kirin. Ajokarên wesayîtan jî tevahiya rê li korna xistin û piştgiriya konvoyê kirin. Balkêş bû ku her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dihate berzkirin.    Rawestgeha dawî ya konvoyê bû avahiya partiyê ya li navçeya Peyasê. Hevşaredarên yek bi yek hatin gazîkirin, welatî silavkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn ev peyam dan: “Ev meş, meşa azadiyê ye.”