Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin! 2024-02-05 17:07:41   ENQERE - Girtiyên ku mafên wan ên tedawiyê tên astengkirin niha jî pêkanîna “e-doktorê” tê ferzkirin.    Li girtiyên di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tên ragirtin pêkanîna “e-doktorê” tê ferzkirin. Li girtîgeha ku 3 meh in li revîrê bijîşk tune ye û bi bijîşkên demkî mûayene dereng tên kirin, sewqên ji bo nexweşxaneyan bi mehan dewam dike. Tevî ku li kampusa girtîgehê nexweşxane heye jî di rewşên lezgîn û pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî de jî herî kêm piştî mehekê sewq tên kirin.    Tetkîkên weke MR, tomografi, mamografî û ultrasonê hin caran piştî 8 mehan an jî salekê pêk tên. Rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê yên mafên tedawiyê yên girtiyan binpê dikin şûna ku çareseriyê bibînin rewşê hê bêhtir bêperwa dikin. Rêveberiya girtîgehê ya bi hinceta hejmara leşkeran û ringan kêm e sewqa nake, di bin navê çareseriyê de pêkanîna “e-doktor” ferz dike.    MAHREMIYET DÊ JI HOLÊ RABE   Li ser pergala ACEP a kabîna telefonê ku beriya 2 salan li qawişan hatibû bicihkirin, tê xwestin ku bijîşk girtiyan bi kamerayê mûayene bikin. Pêkanîna li beşên psikolog û dahiliyeyê hatiye destpêkirin şansê mûayeneyê yê rasterast dê ji holê rabe û bi qeyda kamerayê de mahremiyeta di navbera nexweş û bijîşk di binî de ji holê rabe.    Girtiyên ku diyar kirin ev pêkanîn li dijî mafê tedawiyê êrişeke, anîn ziman ku dê ferzkirina mûayeneya li ser pergala e doktor qebûl nekin. Girtiyan her wiha ji bo li dijî ferzkirinan hestiyarî çêbibe ji Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) re name şandin û xwesitn bibin şopdarên pêvajoyê.    Girtiyan her wiha bi daxwaznameyan serî li Wezareta Tenduristiyê dan û xwestin pêkanîn were rakirin.    Girtiyên bi gelek hinceta xebatên wan ên weke spor û sohbetê tên astengkirin û hewl tê dayîn di nava qawişê de bên hefskirin, destnîşan dikin ku ev rewş berdewama polîtîkayên tecrîdê ye. Bi vê pêkanînê re tê misogerkirin ku girtiyên ku ti carî ji qawîşê nayên derxistin, doktor û hemşîre jî di nav de kesekî din nabînin.   MA / Dîcle Muftuoglû