Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin 2024-02-05 13:25:56   STENBOL - Serlêdanên ji bo 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin.    Rojnameger Metîn Goktepe di 8’ê çileya sala 1996’an di dema şopandina nûçeyan de ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Goktepe her sal pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe tê lidarxistin. Serlêdanên ji bo 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin. Komîteya Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe da zanîn ku dê xelat di 10’ê nîsana 2024’an de bên dayîn ku roja rojbûna Metîn Goktepe ye.    Endamên juriyê yên îsal ev in: Banu Guven, Fîlîz Gazî, Hakki Ozdal, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Sorel Dagistanli, Tuluhan Tekelîoglû û Yetvart Danzîkyan.    Pêşbirk dê di beşên nûçe (nivîskî-bidîmen), wêne û rojnamegeriya herêmî de bê lidarxistin. Şertên tevlibûnê wiha ne:    “* Beşdar dikarin berhemên xwe yên di navbera 10’ê adara 2023’yan û 10’ê adara 2024’an de hatine weşandin tev li bibin.    * Berhemên ku tev li pêşbirkê bûne divê yên nivîskî di formata PDF’ê de û yên bidîmen jî bi rêya wetransferê bên şandin.   * Her wiha nûçeyên li ser medyaya înternetê hatine weşandin jî dê di beşa nûçeyan de bên nirxandin. Divê lînka vê nûçeyê were şandin.    * Yên di beşa wêneyan de jî hewceye wêneyê xwe bi rêya maîlê bişînin, li gel wêne her wiha divê navê berhemê, cihê lê hatiye kişandin û dîroka wê jî binivîsin.    * Hewceye kesên tev li pêşbirkê dibin kurtejiyana xwe vebêjin, agahiyên ragihandinê diyar bikin û tevî wêneyên xwe heta 14’ê adara 2024’an ji navnîşana maîlê ya gazetecilikodulleri@gmail.com re bişînin.”