Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir 2024-02-05 13:23:16 SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya salvegera erdhejê çû serdana Semsûrê û gotinên Erdogan ên têkildarî Hatayê şermezar kir. Bakirhan, wiha got: “Li şûna rexnedayînê, li şûna ku birînan derman bike, li şûna êşên xelkê Hatayê bibîne, propagandaya hilbijratinê kir.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi boneya yekemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê ku navendên wê Mereş bû, çû serdana Semsûrê. Bakirhan bi balafirê hate bajar û parlamenter Ferît Şenyaşar û Gulistan Kiliç Koçyîgît jî pê re bûn. Bakirhan û şandeya pê re li balafirgehê ji hêla endamên partiyê û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatin pêşwazîkirin.    Piştre jî şande bi konvoyekê derbasî bajarokê Kommirê bûn. Bakirhan û şandeya pê re ku hatin pêşiya avahiya şaredariyê, ji hêla endamên meclisa şaredariyê û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan li vir ji bo girseyê axivî û got ku mîna berê, dewlet niha jî tune ye.    ‘SOZÊN HATINE DAYÎN LI HEWA MAN’   Bakirhan, diyar kir ku piştî erdhejê çi tişt ji bo bajar nehatiye kirin û wiha dom kir: “Di erdhejê de polîtîkayeke cihêkar hate şopandin. Di serî de serokkomar, weke ku salek bi ser re derbas nebibe rayedarên dewletê hêj jî sozan didni. Lê pirsgirêka tu welatiyan çareser nekirin. Pirsgirêk hêj mîna roja ewil in. Gelo dê ev birînên erdhejê kengî bên dermankirin? Ka we digot dê avahiyan çê bikin? Ka we digot dê pirsgirêkên tenduristî, rê, veguhestin, perwerdeyê bên çareserkirin? Sozên wan li hewa man û em jî bi êşên xwe re. Em ê van polîtîkayên durûtiyê ku mirina bi hezaran mirovên me girêdayî qederê kirine ji bîr nekin. Heke we tevdîr bigirtana, we venêrîn bikira dê ev pêk nehatibûna.”    ‘ERDOGAN GOT HEKE HÛN DENGÊ XWE NEDIN JI BO ALÎKARÎ TUNE YE’   Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser axaftinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên têkildarî Hatayê ku digot; “Heke rêveberiya navendî yên herêmî bi destê hev negirin, tu tiştek naçe wî bajarî. Ma ji bo Hatayê tu alîkarî hat? Hatay niha hejar ma ye.” Bakirhan, wiha got: “Serokkomar duh li Hatayê axivî. Bi rastî jî em heyirî man. Li şûna rexnedayînê, li şûna birînan derman bike, li şûna ku êşên xelkê Hatayê bibîne, propagandaya hilbijartinê kir. Got, heke hûn dengê xwe nedin me dê ji bo we alîkarî neyê. Em van gotinan şermezar dikin. Weke partî em ê her tim bi gel re bin. Em niha bi hevalên xwe re ne. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”   Hevşaredar Erkan Karakaş jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hevalên me jî şahid in, di roja ewil a erdhejê de em bi saya piştevaniya civakî ji nava van kavilan derketin.”    Bakirhan û şandeya pê re dê biçin serdana goristana Karapinarê û piştre li bajarê konteyniran bi mexdûrên erdhejê re bên gel hev.