Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê 2024-02-05 09:06:31 AMED - Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Ferît Kahraman, da zanîn ku hilweşandina avahiyên pir xesar dîtî li gorî rêziknameyê nayê kirin û got ku “Herêmên erdhejê bûne cihên rantê.” Di 6’ê sibata 2023’yan de li navçeya Bazarcixa Mereşê bi pileyên 7.6 û 7.7 du erdhej çêbûn û vê erdhejê li ser 13 milyon welatiyên li 11 bajaran bandoreke mezin kir. Piştî erdhejê hikumetê Mereş, Meletî, Amed, Hatay, Semsûr, Riha, Dîlok, Osmaniye, Edene, Kilîs û Xarpêt weke herêmên afetê ragihandin. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî bi giştî 50 hezar û 783 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar 204 welatî jî birîndar bûn.    Yek ji bajarên ku ji erdhejê bandoreke neyînî girtî jî Amed bû. Li navend û navçeyên Amedê bi giştî 22 avahî hilweşiyan. Li navçeyên navendî yên Amedê, li Bajarê Nû li ser Rêya Xarpêtê Sîteya Diyar Galeriya û li Taxa Kooperatîflerê Apartmana Sozelê, li Rezanê li Çerxerêya Tesîslerê Apartmana Serîn-2, li Taxa 5 Nîsanê Apartmana Yoldaş, li Taxa Şeyh Şamîlê Apartmana Dundar, li Taxa Mevlana Halîd Apartmana Hîsamî û apartmaneke vala bi giştî 7 avahî hilweşiyan. Di encama hilweşîna van avahiyan de 414 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 912 welatî jî birîndar bûn. Piştî erdhejê xebatên tespîta xesarê hatin destpêkirin û li Amedê 6 hezar 800 avahî weke pir xesar dîtî û 3 hezar 180 jî weke nîv xesar dîtî hatine tespîtkirin. Li gorî çavderiyan heta niha ji sedî 90'ê avahiyên pir xesar dîtî hatine hilweşandin.    TEVÎ HIŞYARIYAN JÎ KONBAJAR LI KÊLEKA ÇEMÊ DÎCLEYÊ ÇÊKIRIN   Her wiha çend roj piştî erdhejê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku di destê qeyûm de ye, li kêleka Çemê Dîcleyê konbajarek hat avakirin. Gelek sazî û odeyên bajêr hişyariya xetereyê kirin û destnîşan kirin ku ew der ne li gor konbajar e. Lê dîsa jî konbajara ku ji 4 hezar û 200 konan pêk dihat, hat çêkirin û mexdûrên erdhejê lê hatin bicihkirin. Ji ber barîna barana zêde konbajar di bin avê de ma û di 15 adarê de neçar man ku konbajarî vala bikin.    Hevserokê Şaxa Odeya Avahisazan a Amedê ya girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ê berê Ferît Kahraman têkildarî erdheja 6’ê sibatê û pêvajoya piştî erdhejê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ÎTÎRAFA MÛRAT KÛRÛM: 130 HEZAR KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Kahraman, da zanîn ku gelek avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane avahiyên kevn in û di encama mudaxeleyên dûrî endezyarî, mîmarî û zanistê de hilweşiyane. Kahraman, destnîşan kir ku ev yek bûye sedema mirineke gelekî mezin. Kahraman bi bîr xist ku li gorî daneyên fermî zêdeyî 50 hezar kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku hê jî gelek kes nikarin xwe bigihînin xizmên xwe. Kahraman, bi bîr xist ku Mûrat Kûrûm di daxuyaniya xwe ya der barê erdhejê de destnîşan kir ku zêdeyî 130 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Piştre hewl da îfadeya xwe sererast bike, lê belê di vê mijarê de fikarên cidî yên raya giştî çêbûn. Daneyên erdhejê ji aliyê saziyên fermî ve bi awayekî saxlem û zelal nehatine eşkerekirin. Ji ber vê yekê ev daxuyanî îtîrafeke tund bû.”   ‘AVAHIYÊN PIR XESAR DÎTÎ, DU QAT JI YÊN NÎVXESAR DÎTÎ ZÊDETIR IN’   Di berdewamiya axaftina xwe de Kahraman anî ziman ku li gorî encamên nirxandina rewşa erdhejê ya ji aliyê avahîsaz û endezyaran ve hatiye kirin, li Amedê 63 avahiyên ku pêwîst e bi lez û bez bên  hilweşandin, 6 hezar û 800 weke xisareke mezin gihiştiyê, 3 hezar û 180 jî weke xisareke kêm gihiştiyê hatine tomarkirin. Kahraman, diyar kir ku  ji bo hinek ji van avahiyan germahiya bûyerê û ji ber kêmbûna personelên teknîkî, piştî tesbîtan îtîraz hatin kirin. Kahraman, ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber van îtîrazan di avahiyên xesar dîtî de hin guhertin çêbûn. Nerazîbûnên li hemberî van pêvajoyan hê jî dewam dikin. Lê dema ku em tabloyê bi giştî binirxînin, em dikarin bibêjin ku du qat zêdetir avahîyên ku zirareke mezin dîtine li gorî avahîyên bi nîv xesar dîtine hene. Avahî herî zêde li navçeyên navendî zirar dîtin. Zirara herî zêde li navçeyên Rezan û Sûrê çêbûye. Li navçeyên Bajarê Nû û Peyasê ji ber ku piraniya avahiyên wir nû ne, zirareke gelek kêm gihiştiyê.”   ‘DIVÊ HILWEŞANDIN LI GORÎ RÊZIK Û PÎVANAN BE’   Kahraman, anî ziman ku li Amedê avahiyên ku pêwîst e ku bi lez û bez bên hilweşandin hene. Kahraman, destnîşan kir ku ji ber ku şaredarî di bin rêveberiya qeyûm de ne, ev pêvajo bi beşdariya saziyên sivîl, rêxistinên pîşeyî yên din û gel pêk nehat. Kahraman, da zanîn ku ji ber ku ji derve hatine û bajar nasnakin, ti kontrola wan li ser bajar nebû. Kahraman, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Pêvajoya hilweşandina avahiyên ku gelek zirar dîtine hê jî didome. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ev yek bi îhaleyan çêkirin. Pêvajoyên hilweşandina avahiyên ku pir zirar dîtine divê di çarçoveya hin pîvanan de bin. Berî her tiştî, di derheqê ewlehiya derdor û tespîtkirin û rakirina xetereyên asbestê de di dema hilweşandinê de hin rêzik û pîvan hene. Toz û perçeyên avahiyan li herêmê belav bûn. Vê rewşê ji bo mirovên li derdorê dijîn pirsgirêkên micid yên tenduristiyê derxist. Asbest maddeyek kanserojen e. Dê dem, di pêşerojê de li ser bandora wê ya li ser tenduristiya gelemperî ji me re vebêje. Ji ber vê yekê derbarê rêbaza hilweşandina avahiyan de xeletî hatin kirin û me jî ev yek gilî kir.”   ‘DÊ HILWEŞANDINA AVAHIYÊN NÎVXESAR JI BO HEVŞAREDARÊN NÛ BIMÎNE’   Bi domdarî Kahraman bi bîr xist ku li gorî giştînameya ku ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatiye weşandin, avahiyên ku bi nîv zirar dîtine heta 29’ê kanûna 2023'an xebatên xwe yên xurtkirinê, bi amadekirina projeyên xwe û wergirtina rûhsata ji şaredariyê dikarin ji nû ve bên bikaranîn. Kahraman, anî ziman ku li gorî giştînameyê avahiyên ku heta vê dîrokê xebatên xurtkirinê nekirine, dê bên hilweşandin. Kahraman, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê bi taybetî şaredariyên di bin rêveberiya qeyûmê de di çarçoveya xizmetên bajaran de tiştek nekirin û şaredarî di bin deynan de hiştin. Ligel gelek mijarên din pêvajoya hilweşandina avahiyên ku nîv zirar dîtine dê ji bo hevalên hevşaredar ên nû bimîne.”   ‘LI AMEDÊ HETA NIHA TU AVAHÎ NEHATINE TESLÎMKIRIN’   Kahraman, bal kişand ser avahiyên nû yên piştî erdhejê hatin çêkirin û bi bîr xist ku Serokê Giştî yê AKP'ê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê sozên cuda dabûn mexdûrên erdhejê. Kahraman, anî ziman ku hin ji van sozên xwe ku bi awayekî neqanûnî jî be, bi cih anîne û wiha got: "Lê mixabin em nikarin behsa hebûna avahiyeke ku heta niha li Amedê hatiye temamkirin û teslîmkirin bikin."   ‘HÊRÊMÊN ERDHEJÊ VEGUHERÎN CIHÊN RANTÊ’   Kahraman, da zanîn ku hikûmet erdheja 6'ê sibatê weke derfetekê dibîne û diyar kir ku dema lêçûnên înşeatên li herêmên erdhejê dinêrin, ferqeke mezin di navbera hatin û lêçûnan de heye. Kahraman, wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê bi zelalî mirov dikare bibêje ku budçeya giştî, li şûna hilberîna xaniyan ya ji bo welatiyan, ji bo hin çeteyan tê dayîn. Ji ber ku gelek îhale bi rêbaza muzakere û vexwendinê hatin kirin û pêvajo li pişt deriyên girtî hate meşandin. Yanî herêmên erdhejê veguherîn cihên rantê.”   ‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊN ME’   Kahraman, da zanîn ku her çend li cihên wekî Stenbol, Çewlîg û Licê metirsiya erdhejê ya micid hebe jî, lê tu polîtîka û lêkolînên tevdîrê nehatine kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî warî de gelek kar û xebat dikeve ser milên me. Her wiha berpirsyarî dikeve ser milê saziyên sivîl, kesên di vî warî de xebat û tekoşîn dikin û gel bi xwe.”   MA / Bazîd Evren - Rûkiye Adiguzel