Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin 2024-02-05 09:05:18 ÎZMÎR - Yek ji rêveberên OHD’ê parêzer Yûnûs Emre Guneş ku di nav kesên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê serlêdan kirin de ye, destnîşan kir ku divê baro li dijî tecrîdê zextê li Wezareta Dadê bikin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Cihê ku binpêkirinên herî zêde lê giran in jî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin tê. Ewqas e ku 35 meh in ji Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Girtiyan bi daxwaza pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan li gelek bajaran dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Di pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) de hezar û 330 parêzeran ji bo “Tecrîda li ser Ocalan were rakirin û rêya diyalogê were vekirin” serî li Wezareta Dadê dan.   BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN    Yek ji rêveberên Navenda Giştî yê OHD’ê Yûnûs Emre Guneş, zexta li dijî girtiyan û tecrîda Îmraliyê nirxand. Guneş, bal kişand ku binpêkirinên mafan sîstematîk bûne û da zanîn ku nameyên girtiyan tên astengkirin, daxwaznameyên wan nayên şandin. Guneş, axaftina xwe wiha domand: “Di demên dawî de bi awayekî keyfî girtî sirgunî girtîgehên cuda tên kirin. Dema ev sirgun pêk tên ji parêzer an jî malbatan re agahî nayê dayîn. Ev yek jî bandora tecrîdê ya li ser girtîgehan nîşanî me dide. Rojnameyên ku girtî dixwazin nadin wan. Radyo û televîzyon hatine sînorkirin.  Dema em bi muwekîlan re hevdîtinan dikiln dibêjin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin serbixwe nîne. Em jî vê wisa dibînin.”   Guneş, bi lêv kir ku girtî li dijî tecrîdê ketine çalakiya greva birçîbûnê û wiha lê zêde kir: “Girtî ne tenê li bendê ne ku rayagiştî bi hestiyar be. Li bendê ne ku qadên têkoşînê yên demokratîk bên nirxandin, têkoşîn were mezinkirin. Ji me re radigihîn ku heke rêyeke çareseriyê neyê pêşvebirin dê serî li rêyên cuda bidin.”   ‘PIŞTÎ TECRÎDÊ KRÎZÊ DEST PÊ KIR’    Guneş, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê tenê bi girtîgehan re ne bi sînor in û anî ziman ku tecrîdê bandor li daraz, siyaset û qada civakî jî kiriye. Guneş diyar kir ku qeyûm, nenaskirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û betalkirina parlamenteriya Can Atalay girêdayê tecrîdê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata siyasî bi tecrîdê pirsgirêka kurd kûrtir dike û mûxalîfan, girseya çep û sosyalîst dike hedef. Heke tecrîd were rakirin dê gelek krîzên li Tirkiyeyê kûr bûne bên çareserkirin. Me hemûyan, tevkariya pêvajoyên çareseriyê yên li Tirkiyeyê pêk hatin li demokrasiyê dîtin. Şer demekî dirêj rawesta û vê yekê bandoreke erênî li krîza aborî kir. Piştî ku pêvajoya çareseriyê hate bidawîkirin û tecrîd li dijî Ocalan hate kirin careke din pêvajoya krîzê dest pê kir. Ev krîz kûrtir dibe.”   ‘DIVÊ HERKES TEVKARIYÊ BIKE’    Guneş, anî ziman ku divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî were mezinkirin û ev tişt gotin: “Weke OHD hefteya borî bi hezar û 330 parêzeran re ji bo tecrîd were rakirin û hevdîtin dest pê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Dîsa dayikên nobetên edaletê didomînin li gelek cihan nobetên xwe didomînin. Li aliyê din ‘Meşa Azadiyê’ tê kirin. Lê ev têra nakin. Divê hemû rêxistinên saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqê zextê li Wezareta Dadê bikin. Divê baro jî ji vê yekê re pêşengtiyê bikin. Ji bo azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyeke birûmet herkesên ku ji xwe re dibêjin ‘welatparêz im’ , ‘demokrat im’ ‘sosyalîstim’ û ‘parazvanên mafên mirovan im’ divê tevkariyê li vê têkoşînê bikin.”   MA / Delal Akyuz