Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne 2024-02-05 09:03:15 AMED - Welatiyên li navçeya Hezroyê daxwaza desthilatê ya bidestxistina şaredariyê ya bi hilbijêrên veguhestî re weke “Li pey xeyalekê ne, ev yek dê tenê xeyal be” nirxandin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tespît kir ku AKP’ê li Kurdistanê li 33 herêman bi komî 54 hezar û 60 hilbijêrên leşker, polîs û sivîl veguhestine. DEM Partiyê ji bo hilbijêrên veguhestî li her herêmê cuda cuda îtîraz kir. Lê gelek ji van îtîrazan bi hincetên cuda nehatin qebûlkirin. Yek ji cihê ku bi mijara hilbijêrên veguhestî bû rojev jî navçeya Hezro ya Amedê ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 3 hezar û 856 deng wergirtin, AKP’ê jî 3 hezar û 332 deng wergirtin. Li navçeya ku HDP’ê bi 524 dengan ferqê qezenc kir, beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hezar û 150 kes weke hilbijêr hatin veguhestin. Îtîraza li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hate kirin jî nehate qebûlkirin.    JI CIHÊ XEYALÎ RE HILBIJÊRÊN XEYALΠ   Yek ji rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Hezroyê Mehmet Yetîşgîn anî ziman ku 948 kes “hilbijêrên xeyalî” ne. Yetîşgîn, da zanîn ku li gorî lêkolînên kirin 793 kes li cihê nobetê yên leşkeran hatine qeydkirin û wiha got: “Li navnîşanekê tenê 243 hilbijêr hatine nivîsîn. Lê li Hezroyê ne eywan ne jî apartmaneke ewqas mezin heye. Serlêdana me bi hinceta ewraqên kêm nehate qebûlkirin. Em bi bawer in ku tevî hemû hilbijêrên veguhestî jî gelê Hezoyê dê şaredariya xwe bidest bixe.”   Li dijî vê rewşê şêniyên navçeyê jî bi bertek in. Şakîr Dolan, anî ziman ku bi armanca ferqa di navberê de were girtin hilbijêr hatine veguhestin û wiha gotg: “Li cem wan lîstikên Osmaniyan xelas nabin lê em jî li dijî van hîleyên wan amade ne. Heta niha qeyûm tayînî şaredariyên me dikirin, niha jî hewl didin bi dengên veguhestî qeyûm tayînî şaredariyan bikin. Hilbijêrên veguhestî ji bo wan nabe çare. Ew çi dek û dolaban bikin jî ev gel birêxistine û gel dê hemû dek û dolabên wan pûç bike. Em ê serbikevin û qeyûman bişînin.”   ‘LI PEY XEYALAN E’    Ercan Ceylanli, anî ziman ku dê “lîstikên qirêj” ên AKP’ê û MHP’ê pûç bikin û wiha axivî: “Dê bibînin ku gelê kurd li dijî qeyûm û lîstikên wan ên qirêj dê çawa xwedî li vîna xwe derkevin. Texrîbatên qeyûm li navçeyê kirine li holê ne. Armanca wan ew e ku bi vîna gel bilîzin. Ev gel dê di hilbijartinan de qeyûman bişîne.”   Yek ji welatiyan Abdûllah Toptaş jî wiha got: “Li dijî hemû êrişên heta niha hatine kirin gelê Hezroyê bersiva pêwîst daye wan. Li Hezroyê li pey xeyalekê ne, ev yek dê tenê xeyal be. Şaredarî niha ne bi vîna gelê Hezroyê bi memûrekî ku dewletê tayîn kiriye re tê birêvebirin. Em ê ji sedî sed şaredariya xwe bi paş ve bigirin. Em ê qeyûman bişînin.”   Yûsûf Demîrbag jî destnîşan kir ku veguhestina hilbijêran dê feyde neke û anî ziman ku ji ber AKP dizane bisernakeve hilbijêran veduguhêze. Demîrbag, bi lêv kir ku dê hilbijartinê DEM Partî qezenc bike û got: “Hilbijêrên xeyalî vala ne.”   MA / Mehmet Guleş