Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin 2024-02-04 16:14:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li 6 bajaran berdewam kir.    Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.    WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam kir. Gelek kes îro hatin serdana nobetê. Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur di nobetê de axivî û got ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dest pê bikin.    Babur, bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kir û ev tişt anî ziman: “Bi destê îktîdarê li vî welatî gelek derhiqûqtî ketine meriyetê. Wezareta Dadê û CPT divê tavilê biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”    Di tevahiya çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 54’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Rêveberên ANYAKAYDER’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Bagcilarê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên Federasyona Komeleyên Mûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak di çalakiyê de wiha got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de bi rêzdarî silav dikim. Mîna her carê dayik niha jî ji bo aştî, xwişk-biratî, edalet û demokrasiyê çalakiyê dikin. Weke Federasyona Komeleyên Mûşê em jî vê çalakiya dayikan silav dikin.”    Têkildarî Meşa Mezin a Azadiyê jî Tokmak ev tişt anî ziman: “Li tevahiya Kurdistanê hevalên me, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye. Weke federasyonê em hevalên xwe silav dikin.”    EDENE   Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 63’yemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê çalakiya îro domandin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. Helîn Bayna di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ev 36 meh in di tecrîdê de ye. Em ê bi hev re vê tecrîdê bi dawî bikin. Em ê bibin dengê berxwedêrên zindanan. Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin.”    Ciwanan piştre jî fîlmê “Dorpêça Sîlvertoyê” temaşe kirin.    AMED    Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam dike.  Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-ER) çalakî îro dewr girtin. Beşdarvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: “Dayik, tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya fîzîkî biisrar çalakiya xwe didomînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Cupolo, wiha got: “Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê hate destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyeyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê. Divê bi destê aştiyê yê li Wan û Qersê hatiye dirêjkirin bê girtin. Li ser maseya aştiyê dê birêz Ocalan me temsîl bike. Ocalan, ji hêla gelê kurd ve weke rêber tê qebûlkirin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşê tekane daxwaz heye, ew jî azadiya birêz Ocalan e. Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Divê polîtîkayên qirêjî yên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bibin.”    Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Dayikan jî stranên kurdî gotin.    ÊLIH    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 4’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes çûn serdanê. Di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.   MÊRDÎN   Nobeta Edaletê yal i avahiya DBP’a Mêrdînê tê domandin jî didome û gelek kes îro hatin serdanê. Dayikên di çalakiyê de û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî striyan û helbest xwendin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û xwestin her kes piştgiriyê bide. Ji Dayikên Aştiyê Leyla Akar bal kişand ser armanca çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Banga me j bo hemû gelê me û dayikan e; em ji bo Rêbertiyê û xwişk-biratiyê li vir in. Werin em dest bidin destê hev.”    Nobet, bi serdanan berdewam kir.