Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe 2024-02-04 15:17:53   AGIRÎ - Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Alî Ugur ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên ragirtin her ku diçe xerabtir dibe.    Girtiyê bi navê Mehmet Alî Ugur di sala 2007’an de hate girtin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Ugur, yek ji girtiyên nexweş e û rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Ugur, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û hestiyên wî dihelin. Di heman demê de nexweşê çolyakê ye.    PARÊZER ERÎŞEN: DIVÊ BÊ BERDAN   Ji endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê Dêrsim Erîşen li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi Ugur re hevdîtin kir. Erîşên, wiha got: “Rewşa tenduristiyê ya Ugur roj bi roj xerabtir dibe. Nexweşiyên wî yên heliyana hestî û çolyakê hene. Nanê ku nexweşên çolyakê bi kar tînin lê kantîna girtîgehê tune ye. Girtîgeh jî di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bi cih nayîne. Dema nanê spî bi kar tîne krîzê derbas dike û rewşa wî giran dibe. Her tim ji Panosê tînin Wanê. Malbata wî ji bo bibin Şirnexê serlêdan kir lê hate redkirin. Divê Ugur tavilê bê berdan.”    Dayika Ugur, Gulistan Demîr jî ev tişt anî ziman: “Dixwazim kurê min tavilê bê berdan. Nanê ku nexweşên çolyakê dixwin li girtîgehê nîne. Kurê min nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.”