Meşa Azadiyê li Panosê ye 2024-02-04 13:29:35 AGIRÎ – Kesên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de cih digirin li Panosê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin.  “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin gihiştin navçeya Panosê. Meşvan li vir bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin.    Meşvan bêyî ku guh bidin hewayê sar bi kesên ji bo pêşwazîkirina wan re hatibûn heta demekî dirêj xelekên govendê gerandin. Piştre jî ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr axivî.    ‘DIVÊ RÊYA GUFTÛGOYÊ BÊ VEKIRIN’    Parlamenter Demîr bi bîr xist ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Divê bingeha azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bê avakirin û ji bo statûya gelê kurd rêyên guftûgoyê bên vekirin. Em dixwazin teqez muzakere bên destpêkirin. Meşa me li ser vî esasî dest pê kir. Dê li ser vê bingehê jî bidome.”    Bi domdarî Demîr anî ziman ku ev 100 sal in gelê kurd êşê dikişîne û wiha pê de çû: “Divê êdî hikûmet fêm bike ku gelê kurd gelekî berxwedêr e. Pratîka dewletê ya sedsalên dawî li holê ye lê berxwedana me jî li holê ye. Tu caran nekarîn bi zextan me bêzar bikin û bêdeng bikin. Berevajî vê, em roj bi roj bihêztir bûn.”    Piştî daxuyaniyê meşvan derbasî bûroya hilbijartinê bûn û bi welatiyan re civiyan. Di civînê de beşên parastina Abdullah Ocalan hatin xwendin.