Çoleke ji kavilan: Nûrdagi 2024-02-04 09:19:23   DÎLOK - Navçeya Nurdagi ya ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, ji ber avahiyên hilweşiyayî wekî çolekê xuya dike. Navçeya Îslahiyeyê jî bi xebatên çandiniyê li ser pêyan e.   Ji bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejên navenda wan Mereşe bû girtin yek jê Dîlok û navçeyên wê bû. Li van deran hê jî birînên gel nehatin cebirandin. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 343 xanî hilweşiyane û 24 hezar û 358 avahî jî xesar dîtine. Der barê 27 hezar û 165 avahiyên li bajêr de jî tu tespît nehatine kirin. Li navçeya Nurdagi ya bajêr hezar û 743 avahî û li Îslahiyeyê jî hezar û 90 avahî hilweşiyan di erdhejên 6'ê Sibata 2023'yan de.    NAVENDA BAJÊR LODA KAVILAN E   Li navçeya Nurdagiyê ku ji aliyê nifûs û avahîsaziyê ve zireke mezin dît, rûxandina avahiyan didome. Ji ber vê navenda navçeyê bûye.   PIRANIYA AVAHIYAN NÛ BÛN   Li Nurdagiyê di 10 hezar û 579 avahiyan de xisar hat tespîtkirin. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku 4 hezar û 787 avahî bi lez û bez divê bên hilweşandin. Piraniya van avahiyan jî ên pirbloq û pirqatî bûne û 5-6 sal berê hatine çêkirin. Derket holê ku piraniya avahiyên ku behsa wan tê kirin aîdî şîrketa bi navê CCK Group a endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagiyê ya AKP'ê Yûnûs Kaya bûne. Li Apartmana Kavakê ku Şaredar Ozkeş Kavak ê AKP'yî muteahîdiya wê kiribû, 26 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.    Ji ber vê Kavak di 25'ê Sibata 2023'yan de hat girtin û di 11'ê Çile de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Îslahiyeyê ve hat berdan. Kavak ku ji bo wî 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin, di 30'yê Çileyê de li ser îtîraza dozger careke din hat girtin.   REWŞA DAWÎ YA NAVÇEYÊ   Li gorî daneyên sala 2022’yan 67 hezar û 650 kes û gelek penaberên sûriyeyî li vir diman, lê ji sedî 70’yê nifûsê koç kiriye. Ji 3 payên nifûsê 2 pay jê hê li kontyenerên bi hejmara Bûr 1, 2 û 3'yan dijî. Piştî erdhejê bihayê kirê li bajêr 5 qat zêde bû. Dikandar di konteynerên 21 metrekare de dixebitin. Xebatên rakirina kavilên ku ji teref Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve îhale ji şîrketên taybet re hat dayîn, li qadên çandinî û kaniyên avê lê ne hatin rijandin.   PERWERDEHÎ, TENDURISTÎ Û GIHANÎ   Ji xeynî xizmetên lezgîn û alîkariya ewil nexweşxaneyek ku xizmeta tenduristiyê bike tune ye û nexweş sewqî Dîlokê ku saetekê dûrî navçeyê yan jî sewqî MEreşeê ku 50 deqeyan dûrî navçeyê ye tên kirin.    Remzî Saglam ê 80 salî yê astengdar ku ji erdhejê xilas bû, ji bo ku mala wî ya ku hinekî zirar dîtiye neyê xerakirin û li dijî diziya muhtemel, nobedê digire. Saglam got: “Niha ez û hevsera xwe li bajarê konteyniran dijîn. Çûn û hatina min zehmet e. Her wiha ji ber toz û dûmana li navçeyê zehmetiyê dikişînim."    Li bajarê ku pirsgirêkên perwerdehiyê lê hene, piraniya mamosteyan tayina xwe xwest û çûn.   HÊWIRANDIN     Li navçeya ku 3 bajarên cuda yên konteyniran lê hene, cihê mayinê yê nû li bakurê bajêr tê avakirin. Ji ber pirsgirêkên binesaziyê tim ceryan tê qutkkirin. Ji ber ku konteyner li hember serma û germê bêparastin in, pirsgirêkên stargeh, tenduristî û xwarinê rû didin. Kemal Coşkûn ê zarokek wî heye, li bajarê konteyniran dimîn. Mamoste Coşkûn anî ziman ku ji ber neçariyê mirov li Nurdagiyê dimînin. Coşkûn got: “Yên xwedî mal û milk in li vir dijîn. Lêbelê, ez karmendekî dewletê me, bawer bikin, ez ji mecbûrî li vir dimînim. Ji ber ku budçeya min tune ku ez biçim xanyekî. Em îsal li vir in, li bajarê konteyniran, lê ez nizanim em ê sala bê çi bikin."   GUND HATIN JIBÎRKIRIN     Pirsgirêkên li navendê, li gundan jî tên jiyîn. Li gundê Komurlerê yê navçeyê ji 100 xaniyî 80 xanî hilweşiyan. Piraniya welatiyên hatin rizgarkirin ji aliyê xizmên xwe ve ji bin xirbeyan hatin derxistin û li taxê 6 welatî û bi dehan sewalan jiyana xwe ji dest dan. Fahriye Yilmaz (60) wiha got: “Salek derbas bû, lê em hê jî wekî roja ewil a erdhejê ne. Niha em ji bêgavî du malbat di van konteyniran de bijîn."    ISLAHIYE   Her çi qas ne bi qasî Nurdagiyê be jî, gelê Îslahiyeyê hewl dide xwe bi xwe birînên xwe bicebirîne. Li navçeya ku bihayê xaniyan 5 qat zêde bûye, ji sedî 80'yî kesên di dema erdhejê de koç kirin cardin vegeriyan. Ji bilî navendên tenduristiyê yên konteynerî, nexweşxaneya dewletê ya ku hinekî zirar dîtiye di warê norolojî, kardiolojî û neştergeriya giştî de dixebite. Ji ber kêmbûna bijîşk û personelên tenduristiyê li nexweşxaneyan qelebalixî heye. Pirsgirêka çûnûhatinê ya gundên Îdilli û Kokluyê yên ku di dema erdhejê de rêyên wan hatin girtin berdewam dike. Li navçeyê ji bilî malên brîket û malên gundan 5 qadên konteyner lê hatine danîn hene. Li navçeya ku li 2 herêmên cuda înşaata TOKÎ'yê lê dewam dike, ji bo xaniyên 2+1 j2 milyon TL pere tê xwestin. Hejmara zarokên winda nehatine diyarkirin û ji Îrem Karaca ya 14 salî hê jî tu agahî nehatiye girtin.    ÊN HERÎ BÊÇARE PENABER IN     Li navçeyên nêzî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek penaberên sûriyeyî dijîn. Abdullaziz Alî Huseyîn Abdullah ê ku di 11 saliya xwe de bi malbata xwe re ji Lazikiyê koçî Îslahiyeyê kiriye, diyar kir ku ew wek du malbat di xaniyekî 2 odeyî de dijîn. Ebdullah, di xaniyên ku xesar dîtiye de dimîne û got: “Di rojên destpêkê yên erdhejê de me dîmenên ji şerê Sûriyeyê wêrantir dît. Me rojên ewil li derve derbas kir. Bi taybetî zarok bandorek xirab girtin. Wê demê em nikaribûn biçin nexweşxaneyê jî. Ji ber vê em du malbat li cme hev dimînin. Li taxa ku em niha lê dijîn, kirêya xaniyê herî xerab jî 7 hezar TL ye. Em rojane dixebitin. Em bi zorê xwe digihînin dawiya mehê."    Rewşa avahiyên ku TOKÎ soz dabûn wê bên radestkirin jî nediyar e. Li navçeya ku tê payîn Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 6'ê Sibatê de serdana wê bike, xebatên înşeatê bi lez û bez tên kirin. Ji ber vê jî tim qezayên karî tên kirin.    MA / Ceylan Şahînlî