Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin 2024-02-03 20:49:19   RIHA - Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Mûhammed Ayten bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûhammed Ayten, di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Gava Ayten ji bo îfadeyê birin Edliyeya Rihayê, destên wî ji paş de hatin kelemçekirin. Parêzeran bertek nîşanî vê yekê da.    Îfadeya Ayten bi rêya SEGBÎS'ê hat girtin û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Ayten da. Ayten birin Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê.