DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide 2024-02-03 18:53:49 ENQERE - MYK’a DEM partiyê ya ku kom bûbû, biryar da ku li Stenbolê namzet nîşan bide. Kesên ku weke namzet bên nîşan dan hêj diyar nebûn. Li Bolûyê Velî Saçilik bû namzet û li Antalyayê jî navê Kemal Bulbul derket pêş. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan de kom bû.    MYK’a ku bi rojeva hilbijartinê kom bû, di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo derxistina namzetan a li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê civiyan û nirxandin.    BIRYARA STENBOLÊ HATE DAYÎN    Li gorî çavkaniyên partiyê, di encama nîqaşên dem dirêj de biryar hat dayîn ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet bên derxistin. Di vê mijarê de li ser navan hatibe sekinîn jî ji bo navan biryareke zelal derneket.    Başak Demîrtaş beriya niha namzetiya xwe ya ji bo Stenbolê ragihandibû.    LI BOLÛYÊ VELÎ SAÇILIK     Di civînê de derxistina namzetan a ji Bolûyê jî hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de biryara derxistina namzetan hate dayîn. Li gorî biryara hate dayîn dê Velî Saçilik weke namzet were nîşandan.    JI BO ANTALYAYÊ NAVÊ KEMAL BULBUL LI PÊŞ E   MYK’a DEM Partiyê ji bo Antalyayê jî biryara derxistina namzetan girt. Lê namzetên ku ji vir bên nîşandan diyar nebûn.    Hate zanîn ku navê siyasetmedar Kemal Bulbul ê demekê li bajêr parlamenterî jî kir derketiye pêş.    Di rojên pêşiya me de dê diyar bibe ku li bajêr kî namzet werin nîşandan.    MA / Mehmet Aslan