Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû 2024-02-03 16:33:49   ENQERE - Hevşaredara Dêrsimê ya hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Nûrhayat Altin, tev li merasîma cenazeyê birayê xwe Hasan Altûn bû.    Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn a hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, tev li merasîma cenazeyê birayê xwe Hasan Altûn ê di 30’ê çileyê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest daye û anîne Enqereyê bû. Leşkeran Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'an a Kandiraya Kocaeliyê dihat ragirtin, anîn Goristana Karşiyaka ya Enqereyê. Altûn piştî karûbarên veşartinê hat Mala Şînê ya Dayika Fatma û tev li şînê bû.    Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK), Rêxistina Bajêr a Enqereyê, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) malbat û xizmên Altûn tev li merasîma cenaze bûn.    Şîna Altûn li Cemxaneya Dayika Fatma ya li Mamakê hatiye danîn.