Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye? 2024-02-03 14:45:53 STENBOL - Dayikên Şemiyê yên cara 984’emîn derketin Qada Galatasarayê, aqûbeta Maksût Tepelî yê beriya 40 salan piştî hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin pirsîn.    Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 984’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Parazvanên mafên mirovan piştgirî da çalakiyê. Dayikên/Mirovên Şemiyê yên di destên wan de qûrnefîl hebûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin vê hefteyê aqûbeta Maksût Tepelî yê di 2’yê sibata 1984’an piştî ku çû mala hevalê xwe ya li sema Kuçukbakkalkoy a li Ataşehîrê, di encama guleberdana polîsan birîndar bû û piştî hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin pirsîn.    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku neçare maf û azadiya şexan ewle bike û wiha got: “Lê belê kesên li Tirkiyeyê li ser navê dewletê rayeyê bikartînin, kesên ku ji xwe cudatir dibînin, weke welatiyekî xwedî mafên bingehîn nabînin û wan ji mafên bingehîn bêpar dihêlin. Weke encama vê ferasetê, ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û malbatên wan qenalên lêgerîna maf tên girtin.”   AQÛBETA TEPELÎ HATE PIRSÎN    Yolerî, anî ziman ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo ku aqûbeta mamoste Maksût Tepelî yê 28 salî ku beriya 40 salan hatiye windakirin bipirsin hatine cem hev û çîroka Maksût Tepelî xwend. Yolerî, destnîşan kir ku ji bo Tepelî û hemû kesên hatine windakirin dest ji daxwaza edaletê bernadin û got: “Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”   ‘EM BI ÊŞA GORISTANA EBEDÎ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN’    Hevjîna Tepelî, Şehrîban Tepelî ya pişt re mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Keça me ya ku me bi Maksût re digot ‘em ê mezinbûn û zewicîna wê bibînin’ mezin bû, neviyên me çêbûn. Lê hevjînê min rêzdar Maksût yek ji van jî nedît. 40 sal in cihekî ku em lênegerin serî lê nedidin nema. Piştî 34 salan me navê gora ku bêyî me veşartine hîn bûn. Kesên cihê gorê nîşanî me nadin em bi êşa goristana ebedî re rû bi rû hiştin.” Tepelî destnîşan kir ku dest ji lêgerîna Maksût Tepelî û daxwaza edaletê bernadin.    Piştî axaftinan çalakvanan qûrnefîl danîn Qada Galatasarayê.