Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye 2024-02-03 14:44:44 COLEMÊRG - Heyeta ku beşdarî “Meşa Azadiyê ya Mezin” bû gihaşt Colemêrgê. Heyet ji aliyê gelê bajêr ve bi dirûşmeyên “Colemêrg bi te serbilind e” hat pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bang li gelên Tirkiyeyê kir ku ji bo aştî û azadî bê welêt piştgiriyê bidin meşê.    "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin ji Wanê dest pê kir, gihaşt navenda bajarê Colemêrgê. Heyet ku ji Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med'ê Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl pêk hatî, di rê de ji gundê Çemê Ezo heta gundê Dêzê meşiya. Di rê de stranên “Berxwedan xweş doz e” û “Ozgurluk Mahkûmlari"yê hatin gotin.   Piştre heyet gihaşt bajêr û li têketina bajêr ji aliyê xelkê bajêr ve, bi dirûşmeyên wekî “Colemêrg bi te serbilind e” hat pêşwazîkirin.   Piştî pêşwazîkirinê Meşvanên Azadiyê, bi girseyî heta Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr meşiya. Di van kêliyan de dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Ji tecrîdê re na, aştî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.   Meşvanên Azadiyê yên ku gihaştin ber avahiya partiyê bi çepik û bi berzkirina dirûşmeyên "Gelê Colemêrgê bi we serbilind e" hatin pêşwazîkirin.    BAYINDIR: BILA HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE MEŞÊ   Burada halka seslenen DBP Eş Genel Başkanı Keskin Bayındır, Colemêrg halkının her zaman mücadeleye ve partisine sahip çıktığını söyledi.    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li vir axivî.    Bayındır got: “Ji bo Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azadî û ji bo meseleya kurd çareserî divê. Ji ber vê yekê em ji vê rêyê re dibêjin rêya azadî û rûmetê. Bila êdî çiyayên Colêmergê ne cihê qereqolan, cihê azadî û govendê bin. Ji ber vê yekê bila dawiya vê meşê azadiya gelê kurd, gelên bindest û gelên Tirkiyeyê be."   Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê Viyan Tekçe û Siddik Akiş jî axivîn.    Viyan Tekçe diyar kir ku meş di roja 3’yemîn de ye û bang kir ku demildest tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Li aliyê din Mehmet Siddik Akiş jî diyar kir ku "Meşa Azadiyê" ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got ku tecrîd li ser hemû gelan tê meşandin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî di axaftina xwe de diyar kir ku kolanên sar ên bajêr bi berzkirina dirûşmeyan germ bûne û meşa ji bo jiyana azad dest pê kiriye silav kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armûtê jî diyar kir ku gelê Colemêrgê wê li dijî şer û zilmê li ber xwe bide û dengê azadiyê bilind bike.   Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê û gelê bajêr bi hev re govend gerandin.   Meşvanên Azadiyê dê bi gelê bajêr re bicivin û paşê biçin navçeya Elkê a Şirnexê.