Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin 2024-02-03 14:09:12 AGIRÎ -Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê piştî Bazîdê derbasî navçeya Giyadîn a Agiriyê bû. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş a li vir axivî, wiha got: “Em ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan derketin rê. Nikarin birêz Ocalan bi vî gelî bidin jibîrkirin.”   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê meşê yê Qersê de piştî hevdîtina li navçeya Bazîd a Agiriyê, derbasî Giyadînê bûn. Meşvanên bi çepik û coşeke mezin li navçeyê hatin pêşwazîkirin li vir daxuyaniyek dan.    Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş a bal kişand ser berxwedanên dîrokî yên têkoşîna azadiyê ya kurd wiha got: “Hemû serhildanên hatin kirin, ji bo azadiya Kurdistanê ne. Lê ji bo ku yekitiyek çênebû negihiştin armanca xwe. Ehmedê Xanî jî her tim bal kişand ser yekitiya kurdan. Divê kurd bibin yek.” Saritaş, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û wiha berdewam kir: “35 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Bi awayekî dermirovî çûyîna malbat û parêzeran a Îmraliyê tê astengkirin. Em armancê dizanin. Gelê kurd xwedî li paradigmaya wekheviyê derdikevin û naxwazin bê serok bimînin. Em jî ji bo ku li azadiya fizîkî ya birêz Ocalan xwedî derkevin derketin rê. Nikarin birêz Ocalan bi vî gelî bidin ji bîr kirin. Li dijî şerê taybet ê qirêj em ê parastina paradigmaya azadiyê bidomînin. Hûn nikarin dengê birêz Ocalan bibirin, yên ser dikevin dê bibin em.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.    Piştî daxuyaniyê zarokên karker Mûhammed Aydemîr û Orhan Arslan ên di sala 2015’an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li ber firina ku lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.