Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin 2024-02-03 11:40:51 ERZIROM - Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren li navçeyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Alagoz Îmren û Gursel Eren û parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş di têketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarên bi sedan wesayîtan derbasî navenda navçeyê bûne, ji hêla welatiyan ve, rastî coşeke mezin hatin.    ‘ÊM Ê BI HEV RE JIYANEKÊ AVA BIKIN’   Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş li vê derê axivî. Beştaş destnîşan kir gelê Xinûsê dê di hilbijartina herêmî de, bersiveke xurt bide kesên nasname, dîrok û çanda kurdan re zimandirêjiyê dikin û wiha axivî: “Li ser vê erdnîgariya qedîm, êşên giran hatin jiyîn. Desthilata AKP’ê hêj jî heman ferasetê didomîne. Yên di sala 1928’an de Şukru Axa daliqandine, îro di dijminatiya kurdan didomînin. Dîrok dê du zarokên me yên 12 salî daliqandiye tu caran ji bîr nake. Heke em ji bîr bikin em ê nikarin jiyanekek azad û wekhev ava bikin. Ji ber vê yekê Xinûs, ji bo me gelek girîng e. Em ê li Xinûsê bi kurd, tirk, elewî û sunniyan re, bi  hev re, jiyaneke pir hêja ava bikin.”   EM Ê MAL BI MAL BIGERIN    Beştaş desnîşan kir ku ew ê tax bi tax; kolan bi kolan; mal bi mal bigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi hev re bixebitin û bi hev re ser bikevin. Li gorî siyaseta me şaredarî avahiyên gel in û dê wekhevî û azadiyê jinê ji xwe re esas bigire.”   ‘TÊKOŞÎN YEKPARE YE’   Beştaş balê kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û anî ziman ku gelê Xinûsê dê meşvanên azadiyê bi awayeke heybet pêşwazî bike. Beştaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ya sistematik, belavî her cihekê bûye, dê gelê kurd tecrîdê bişkine û wiha pê de çû: “Têkoşîna me yekpare ye. Ji ber, heke neheqî, bêhiqûqî li cihekê hebe, belavî her cihekê dibe. Ji ber wê, em ê li her kolanekê dest bidin hev, dil bidin dil û têbikoşin. Em pê bawerin ku em ê li Xinûsê serbikevin.”    ‘RÊVEBERIYEKE EKOLOJÎK Û AZADIYA JINÊ’   Namzeta hevşaredariyê Meral Alagoz Îmre li avaahiyê partiyê yê navçeyê axaftinek kir û wiha got: “Bajarê xwe jî, xwe jî, em ê bir ê ve bibin. Em bi pêşhilbijartinê, bi dengên we, vê berpirsyariyê digirin ser xwe. Feraseta me ya rêvebirinê li ser zelalbûn, ekolojîk û azadiya jinê ye.”    Namzetê hevşaredariyê Gursel Eren jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û kesên ketine greva birçîbûnê û kesên tev li meşa azadiyê bûne silav kir.